Li Geliyê Godernê du zarok fetisîn 2017-07-15 21:55:42 AMED - Li Farqînê du zarokên ji bo xwe hênik bikin ketin çem, bi ber pêlan ketin û fetisîn. Li gundê Qasimiyê yê Farqîna Amedê, zarokên bi navê M.B. û M.Î.E. ku ji bo xwe hênik bikin ketin Robarê Geliyê Godernê, bi ber pêlan ketin û fetisîn. Piştî zarok ber bi pêlan ketin gundî bi derfetên xwe dest bi xebatên lêgerînê kirin û piştî çend saetan şûn de cenazeyên her du zarokan dîtin. Piştî karên otopsiyê cenazeyên her du zarokan ji Amedê birin gundê wan û hatin definkirin.