Mamosteyê hat îxrackirin firin vekir 2017-07-16 09:13:01 AGIRÎ – Mamosteyên li Agirî bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo debara xwe bikin firin vekirin. Mamoste Fecrî Aydin, diyar kir ku ew li dijî zilmê serî natewîne û ji bo rûmeta xwe nefiroşe nan difiroşe. Mamosteyê dibistana seretayî Fecri Aydin, ku li Agiriyê 6 salan mamosteyî kir û bi KHK'ê hat îxrackirin, dest bi karê nanê firinê kir. Aydin ku di nava 6 salan de ji ber karê sendîkayî 2 caran hat sirgûn kirin û herî dawî bi KHK'ê hat îxrackirin dest bi çêkirin û firotina nanê firinê kir. Aydin ku herî dawî sirgûnî Yozgatê hat kirin û doz qezenc kir, di 29'e Cotmeha 2016'an de bi KHK'ya Jimare 275'an ji peywirê hat dûrxistin. Aydin, ku betal ma, ji bo serî li ber dewletê netewine firin vekir û dest bi çêkirin û firotina nanê firinê kir. Aydin, li navçeya Avkevirê ya Agiriyê firina nan vekir û bi firotina nan debara xwe dike. Aydin, ku li gel 4 kesan firin vekir, diyar kir ku ji bo bibe mamoste gelek ked daye û di nava xizaniyê de xwend, û piştî bû mamoste ji kar hat dûrxistin. Aydin, dest nîşan kir ku ew bûn qurbanê nêçira hikûmetê ya darbeya 15'ê Tîrmehê û wiha got: "Em bûn qurbanên nêçira pîrebokan. Ev dûrxistin bi temamî keyfî û li dijî zagonan e." Aydin, ani ziman ku dema mamoste bû di rojbûna zarokê xwe de sirgûnî Yozgatê hat kirin û di yekemîn salvgera rojbûna zarokê xwe de hat îxrackirin. Aydin, dest nîşan kir ku piştî betal ma ji bo debara xwe bike fikirî ku firinê veke û wiha got: "Min got ji bo rûmeta xwe nefiroşim ez ê firinê vekim û nan bifiroşim. Ez li vir bi kêfxweşî têm pêşwazîkirin û ji ber vî karê xwe kêfxweş im. Ez rastî eleqeyek baş têm. Ger ku firinvanek rojê 500 nanê firinê bifiroşr, ez rojê 1500 nanî difiroşim. Ez bi karê xwe kêfxweş û serbilind im. Rûmetê dide min. Têkoşina me berdewama têkoşerên şoreşger e. Bila tu kes ji AKP’ê tiştekî nexwaze û stuyê xwe li ber wan xwar neke. Em heta niha serbilind in û em ê bi ked û têkoşîna xwe her dem serbilind bin. Em ji hemû karmendên hatin îxrackirin dixwazin ku li ser piyê xwe bisekinin û serê xwe netewînin."