Jinên li zeviyan dixebitin: Xebat me bi hêz dike 2017-07-16 09:13:44 AYDIN – Karkerên demsalî yên jin ku rojê 12 saetan di germa havînê de li zeviyan dixebitin, bi heqê erzan û di şertên giran de dixebitin. Jinan, diyar kirin ku li gel her tiştî bi xebat û kedê bêtir bi hêz dibin. Jinan anin ziman ku dê li xweza, ked û ava xwe xwedî derkevin. Li gundê Cîncîn ê girêdayî navçeya Efeler a Aydînê, jinên karker di bin kelekela havînê de 12 saetan tên xebitandin. Karkerên demsalî ji neçarî li cihên nêzî zeviyên çandiniyê dijîn û bi derfetên xwe yên heyî hewl didin ku xwe ji germê biparêzin. Jinên ku ji neçarî bi lepikên qetandî dixebitin, heqedesteke kêm werdigirin. ‘JINEK HEM KARKER E HEM JÎ KEDKARE’ Karkera bi navê Cevriye Çevrîcî ya 46 salî û dayika 2 zarokan, ku li gundê Koçer a Aydinê dijî, karê çandiniyê dike. Çevrîcî di saetên serê sibê de bi karkerên din re berê xwe dide nav zeviya zebeşan û behsa zor û zehmetiyên ku dibin germa havînê de ew bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Çevrîcî wiha axivî: “Taveke dijwar li ser serê me ye. Heqdesta ku ez werdigirim ji bo sigortaya xwe dirazînim. Di heman demê de ez karê barkirina dar û komurê jî dikim. Ez her karî dikim. Ez bi xwêdana eniya xwe, nanê xwe qezenc dikim. Qezenca min rojê 50 TL ye.” ‘EM CAN DIDIN AXÊ’ Dondu Uçaravci ya 63 salî û dayika 2 zarokan, ku ji zarokatiya xwe ve li nav zeviyan dixebite, tevî du keçên xwe dixwebite. Uçaravci dest nîşan kir ku berî salekê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Ez ji derheqê hemû zoriyan derdikevim. Jin bi hêz û xurt in. Di heman demê de jin hez ji xwezayê dikin.” Uçaravci balê kişand ser şewata daristanan ên herêma ew lê dixebitin û wiha domand: “Xwezaya me tê talankirin. Em jin hem bi destên xwe diçînin û hem jî kom dikin. Her wiha em bi destên xwe can didin xwezayê. Em naxwazin axa me were talan kirin. Bila axa me neyê firotin. Bila kes destûrê nede ku qadên çandiniyê bên tunekirin. Ev qadên ku tên talankirin, di heman demê de deriyê nanê me ye.” ‘ZEHMETIYA HEMÛ XEBATAN HEYE’ Dîlber Şîmşek a 38 salî û dayika 2 zarokan jî da zanîn ku li gel hemû zoriyan jî ew dixebitin û wiha got: “Xebata di bin vê germahiyê de, baweriya min xurtir dike. Keda jinên li nav zeviyan dixebitin pir cuda ye. Derfetên karkirinê çi qas zor jî be, em têdikoşin. Têkoşîna me bi têkoşîna xwezayê re dibe yek. Jiyana mirov, têkoşîn û têkoşîna jinan xwezayê diyar dike. Em jin xwedî li xwaza, ked û ava xwe derdikevin. Li gel heqaretên karbidestan jî ger em îro dixebitin, ev tê wateya em jin dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em dixebitin ji ber em yek in. Bi xebata xwe em rastiya jinên berxwedêr nîşanî mirovahiyê didin. Hemû kar tenê ne karê zilaman e, di heman demê de hemû kar karê jinan e jî.” Ayşe Surme/Ruken Demîr /- dihaber