Ji sedî 75 felcî ye, ji temenê wî bêtir ceza lê birîn 2017-07-16 09:15:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Bêyî ku li benda biryara Dadgeha Bilind bê sekinandin ji doza ku bi awayekî negirtî dihat darizandin, 23 sal cezayê girtîgehê li Mûcahît Orhan hat birîn. Li gel ku Orhan felcî ye û ji sedî 75 rapora wî heye, dîsa jî nayê tehliyekirin. Mûcahît Orhan ku ji ber felcî ye ji sedî 75 rapora wî heye, bi îdiaya tevlî bûyerên Kobaniyê bûye doz lê hatibû vekirin û di çarçoveya doza hat vekirin de di navbera salên 2014-2015'an de bi qasî 7 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat ragirtin. Di 15'ê Hezîranê di danişîna biryardayînê ya dozê de cezayekî giran li Orhan ku bi awayekî negirtî dihat darizandin hat birîn. Piraniya bedena Orhanê 21 salî felcî ye û bi îdiaya "Endamtî û propagandaya rêxistinê" bi giştî 23 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her çi qas bi awayekî giran berasteng be jî beşdarî hemû danişînên dozê bû, lê belê li gel vê jî der barê wî de biryara girtinê hat dayîn û ew şandin Girtîgeha Wanê. Orhan wiha got: "Qaşo min bi vî halê xwe yê ku ji sedî 75 felcî min molotof avêtiye. Tiştekî deraqilî ye. Nikarim milekî xwe bilebitînim. Navnîşana min sabît e. Dadgeha Bilind pesend nekiriye. Lê belê, bi vî halê berasteng jî min xistin girtîgehê. Li girtîgehê jî tam 15 rojan di hucreyeke yekkesî de hatim ragirtin." NIKARE MILÊ XWE YÊ RASTÊ BI KAR BÎNE Orhan, da zanîn ku di sala 2010'an de ji sedî 75'ê bedena wî di qezayeke trafîkê de şewiteye û wiha axivî: "Tam bi giştî 24 caran bi awayekî hatim emeliyatkirin. Divê hîn jî ev emeliyat bidomin. Ji ber netêrîkirina çermî ji wicûdê diya min çerm neqlî yê min hat kirin. Bi vî awayî ez vegeriyam jiyanê. Şewata li wicûda min ji kemerê dest pê dike heta dêmên min. Kêleka çepê ya dêma min jî şewitiye. Milê min ê çepê heta enîşkê şewitiye. Milê min ê rastê jî bi temamî şewitiye, nikarim bi kar bînim." NIKARE PÊDIVIYÊN XWE YÊN ZARÛRÎ BI CIH BÎNE' Orhan, diyar kir ku dema ew li derve bû diya wî pêdiviyên wî yên zarûrî bi cih dianîn û wiha got: "Paqijiya min a şexsî jî heval dikin. Li serşokê nikarim xwe lûf bikim. Nikarim nenûkên xwe jî jê bikim. Heval kincên min li min dikin. Nikarim pêdiviyên xwe yên zarûrî bi cih bînim." Orhan, bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir da ku bi hestyarî tevbigerin û dest nîşan kir ku divê demildest ji bo girtiyên nexweş hin sererastkirin bên çêkirin. Nedim Turfent / Girtîgeha Wanê- dihaber