Hem kuştin hem jî qisûrdar dîtin! 2017-07-16 09:16:23 AMED - Malbata Şahîn Oner, bi hinceta di kuştina kurê wan de qisûra xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dadgehê mirina Oner wek qezayeke trafîkê nîşan da û derpêş kir ku di "qezayê" de ji sedî 50 qisûrdar e. Li semta Şehîtlikê ya navçeya navendî Yenîşehîrê ya Amedê, di 10'ê Sibata 2013'an de wesayîta zirxî ya polîsan ciwanê bi navê Şahîn Oner eciqandibû û ji ber vê Oner jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê malbata Oner bi hinceta ku di kuştina kurê wan de qisûrdariya xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dema wesayîta zirxî li Oner qeliband û ew bi giranî birîndar kir, ji dêvla ku polîs Oner bibin nexweşxaneyê ew biribûn qereqolê. Dayik Basra Oner û bav Mehmet Şîrîn Oner bi hinceta ku îdare di warê xizmetê de qisûrdarî kiriye der barê Muduriyeta Giştî ya Polîsan de doza tazmînata madî û manewî vekiribûn. Muduriyeta Giştî ya Polîsan parêziya xwe ji Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê şand, ku di sala 2013'an de bi riya parêzerên Şaxa ÎHD'a Amedê malbata Oner doz li vê dadgehê vekiribû. Muduriyetê di parêziyê de xwest ku li benda encama doza cinayeta Oner bê sekinandin û derpêş kir ku di bûyerê de qisûra xizmetî ya îdareyê tune ye û ji ber vê şert û mercên ku tazmînat bivê çênebûne û xwest doz bê redkirin. BEDÊLA ÊŞA WAN 30 HEZAR TL YE! Dadgehê parêziya herdu aliyan û raporên pêzaniyê lêkolînkirin û biryara xwe daxuyand. Dadgehê, bi hinceta di kuştina Oner de qisûrdariya xizmetî heye Muduriyeta Giştî ya Polîsan mehkûmî tazmînata madî û manewî kir. Wê Muduriyeta Giştî ya Polîsan 20 hezar û 914 TL tazmînata madî bide dayik Basra Oner û dê 21 hezar û 751 TL tazmînata madî bide bav Mehmet Şîrîn Oner û her wiha dê herkê 15 hezar TL'yî tazmînata manewî jî bide dê û bavên Oner. Di hinceta biryarê de hat diyarkirin ku dema dosyeya lêpirsînê, rapora pêzaniyê û hemû dosyeya bûyerê tê lêkolînkirin kifş dibe ku wesayîta zirxî ya polîsan bûye sebeba mirina Oner. Di biryarê de hat derpêşkirin ku Oner ji nişkave derketiye pêşiya wesayîta zirxî ya ku mudaxileyî çalakvanan kiriye û ji ber vê qisûrdar e. Dadgehê dîsa derpêş kir ku vê rewşa qisûrî ya di qezayê de xwe daye der ji sedî 50'î ya Oner û ji sedî 50'î jî ya îdareyê ye. Ji ber vê biryarê tazmînata ku ji bo malbata Oner hat dayîn ji sedî 50'î hat daxistin. Deniz Tekin - dihaber