Niha jî çav berdane kargehên gel! 2017-07-16 09:18:53 COLEMÊRG - Li Geverê, Pasaja Îranê ku di warê aboriya navçeyê de pasajeke girîng e, niha bi rûxandinê re rû bi rû ye. Esnafên pasajê anîn ziman ku di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran kargeh hatine hilweşandin û qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatiye kirin jî dixwaze pasajê xera bike. Esnafan got ku hilweşandina pasajê hilweşandina bi hezaran kesî ye. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Pasja Îranê ku di warê aboriya navçeyê de xwedî cihekî girîng e, niha bi rûxandinê re rû bi rû ye. Esnafên pasajê ku ji bo avakirina dikanên xwe çûn şaredariyê bersiva 'Dikanên xwe ava nekin ji xwe wê pasaj bê xerakirin' ji bo wan hat dayîn. Esnafan anî ziman ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin dixwaze pasajê xera bike, ji lew re pasaj bê xerekarin dê bi hezaran kes bê kar bimînin. YÊN GUNDÊ WÎ XERAKIN NIHA JÎ DIXWAZIN KARGEHA WÎ XERA BIKIN Esnafê bi navê Kemal Çinar ku di salên 90'î de gundê wan Marînûs yê girêdayî navenda Colemêrgê ye hatiye şewitandin û ji ber vê yekê koçberî Geverê bûye wiha axivî:"Me bi zor û heft bela dikanek vekir, lê qeyûmê hatiye tayînkirin dixwaze pasaja ku ji aliyê şaredariya DBP'ê ve hatiye avakirin xera bike." Çinar diyar kir ku eşyayên ew di derîyê sînor de derbas dikin û li dikanên xwe difiroşin bi hinceta 'qaçax in' û mebesta ku kargehên bigirin tên berhevkirin. QAYÛM DIXWAZE PASAJA KU DILÊ ABORIYA GEVERÊ YE XERA BIKE Nazmî Yuce jî anî ziman ku pasaja ku bi hilweşandina dema qedexeya derketina derve de darbe xwaribû, heke bê xerakirin wê bi hezaran kes bê kar bimînin. Yuce diyar kir ku eşyayên ku ji Başûr û Rojhelat tînin li pasajê difiroşin û wiha domand: "Eşyayên ku li pasajê tên firotin pir erzanin.Navçe û bajarên derdora Geverê ji ber eşya erzanin tên pasajê eşya dikirin. Lewra qeyûm dixwaze pasaja ku dilê aboriya Geverê ye xera bike. Bila demildest dev ji vê biryara xwe berdin." XERAKIRINA GEVERÊ EW TÊR NEKIRINE! Omer Dûman ku çayê difiroşe anî ziman ku her diçe zextên li ser pasajê zêde dibin û wiha berdewam kir: "Çend hefte berê bi sedan polîs bê hincet êrîşî pasajê kirin. Yên ku dixwazin vê pasaja ku zêdeyî sed dikan lê hene xera bikin, malên geveriyan jî xera kiribûn. Xerakirina Geverê ew têr nekirine. Bi xerakirinê dixwazin gel perîşan bikin. Navenda çarşiyê di deme qedexeya derketina derve de jî hatibû hilweşandin. Esnafên ku bi zorê aboriya xwe diristkirin niha bi darbeyeke din re rû bi rû mane. Bi van polîtîkayan dixwazin gel koçber bikin." 'HILWEŞANDINA PASAJÊ HILWEŞANDINA BI HEZARAN KESÎ YE' Cevat Yuce jî ragihand ku dema qedexeya derketina derve de mala wan ya li taxa Gongurê bû hatiye hilweşandin û niha jî dixwazin kargeha wî xerabikin û wiha domand: "Berasteng im, lê dîsa li kargeha xwe dixebitim. Ji sedî 80'yê Geverê Geverê debara xwe bi vê pasajê dikin. Hilweşandina pasajê hilweşandina bi hezaran kesî ye. Yên dixwazin pasajê xera bikin cihekî din jî nîşanî me nadin. Heke bê xerakirin cihek tune ye ku em biçinê jî."