Li Mêrdînê jinan starta kampanyayê dan 2016-12-09 15:32:06 MÊRDÎN- Li Mêrdînê jinan bi daxuyaniyê starta kampanyaya "Em jin li dijî OHAL'ê di 'her halê' de li ber xwe didin" dan. Li Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya "Em jin lii hemberî OHAL'ê di 'her halê' de li ber xwe didin" kirin. Daxuyanî li rêxistina DBP ya Mêrdînê hat dayin. Dayikên Aşitiyê Endamên DBP'ê û HDP tevlî bûn. Daxuyanî Hevseroka DBP'ê Şaha Memîş xwend. Memiş diyar kir ku ew ê bi her awayî li hemberî OHAL'ê li ber xwe bidin û wiha got: "Em ê li hemberî OHAL'ê li ber xwe bidin. Me her tim li hemberî tundiya dewletê û destavêjîyê li ber xwe daye. Niha û pêve jî em jin dê li hemberî OHAL'ê li ber xwe bidîn. Serkeftin a me ye."