Ji ber gaza karbonmonoksîtê 2 karker mirin 2017-07-16 09:58:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Gumuşgoze ya navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê, 2 karker ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan. Karkerên madenê yên ku qet ewlehiya jiyana wan tune, her meh gelek karker ji ber bê ewlehiyê jiyana xwe ji dest didin. Vê carê agahiyeke bi êş li bajaroka Gumuşgoze ya navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê hat. Hat diyarkirin ji ber gaza karbonmonoksîtê, karkerên bi navê Ramazan Bulut û Şukur Arslan jiyana xwe ji dest dane, 4 karker jî rakirin nexweşxaneyê. Hat gotin ku bûyer li herêma Alansayê di şirketeke taybet de qewimiye, karkerên di saetên şevê de dixebitîn, ji ber gazê jehrî bûne. Waliyê Gumuşhaneyê Okay Memîş der barê bûyerê de aghî da û aşkera kir ku karkerên bi navê Ramazan Bulut û Şukru Arslan jiyana xwe ji dest dane, hevrêyên wanên ji bo alîkariyê peyayî kana komirê bûne, karkerên bi navê Ozkan Elîusta, Ramazan Kurt, Recep Ozsoy û Mehmet Yildizhan jî ji gazê bi bandor bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kelkîtê û tên dermankirin. Walî aşkera kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.