Cenga Mezin a Reqqa di roja 40'an de didome 2017-07-16 11:19:12 REQQA- Pêngava Cenga Mezin a ku şervanên QSD'ê ji bo azadkirina Bajarê Reqqa dane destpêkirin, di roja 40'emîn de bi şerê giran didome. Şervanên QSD`ê heta niha çar tax bi temanî rizgar kirin û li gelek taxên din jî şer didome. Pêngava Cenga Mezin a ku Fermandarê QSD`ê ji bo azadkirina Reqqa daye destpêkirin bi hemû hêza xwe di roja 40'emîn de berdewam dike. Têkildarî şerê li Reqqa yek ji fermandarê QSD'ê Omer Hewlêr ji ANHA`ê re axivî. Omer Hewlêr di destpêka gotinên xwe de got niha ji sedî 35 ji bajarê Reqayê di destê QSD`ê de ye û wiha got: "Em destpêkê bixêrhatina we dikin, raste di 6 hizêranê de hemleyê destpê kir. Demek dirêj di navbera me û koalîsyonê de nîqaş li ser Reqa û dorpêçkirina wê çêbûn û pîlanek hat amadekirin. Li gora wê pîlanê,niha Reqa bi temamî hatiye dorpêçkirin. Niha ji sedî 35 ji bajarê Reqa di destê QSD`ê de ye em niha li Reqaya kevin bi pêşve diçin. Em dikarin bêjin ku zêdetirî nîvî ji taxa Reqa kevin jî niha di bin serweriya me de ye û heta vê kêliyê jî şer tê de didome. Taxên hatine rizgarkirin jî baş tên parastin û hemû helwdanên DAIŞ`ê tên şikandin û em bi pêş diçin". Der bare tektîkên DAIŞ`ê li hemberî QSD`ê dimeşînin jî Hewlêr wiha axivî: "Ev 5 sal in û derbasî 6 salan dibe ku em li hemberî DAIŞ`ê û hêzên wekî wê şer dikin, hêza fermî ku li dijî DAIŞ`ê şer dike hêza me ye, me rêk û rêbazên tektîkên DAIŞ`ê baş nas kiriye, li gorî wê jî em pîlanan amade dikin. Ji ber vê jî niha çeteyên DAIŞ`ê dixwazin bi rêk û rêbazên cûda pêşketina me rawestînin, lê nikarin vê yekê bikin. Ew yekemîn sekvantiyê, duyemîn jî mayînkirinê asas digrin. Her wiha bi giropên biçûk yên xwekuj û erebeyên teqemeniyê êrîş dikin. Bi van rêbazan êrîşî me dikin, lê hêza me ji van tiştan re hişyare û çekên di dest me de jî nahêle ku ev hewildanên wan pêk werin û ew nêz bibin". Hewlêr, anî ziman ku wan xeta parastine a duyemîn a DAIŞ`ê şikandine û wiha lê zêde kir: "Em dikarin bêjin ku xeta duyem hatiye şikandin jî ,lê tenê di hin cihan de şer heye û taxên di xeta parastina duyemîn de di dest me de ne û çete tê de şikestin". Hewlêr, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wan agahî girtiye ku derdora 700 endamên DAÎŞ'ê di bajarê Reqayê de mane û ev tişt got:" Di vî şerî de me gelek çete dîl girtin û li gorî agahî û belgeyên ji me re tên niha di bajar de ew hêza çeteyan nemaye, hêza di hundir de mayî jî piranî yê biyanî ne û hejmara wan derdora 700 çeteyî ye. Her wiha piraniya kesên herêmî ku DAIŞ`ê bi zorê tevlî xwe kirin û kirin endamên xwe tên xwe radestî me dikin. Moralê çeteyên DAIŞ`ê şikestiye û niha nikarin cebilxanê bigihêjne endamên xwe, ji xwe gelek hatin xwe teslîm kirin û di demên pêş de em ê nasnameyên wan jî diyar bikin". Ji bo rewşa sivîlên Reqayê jî Hewlêr wiha got:" Dema me Reqa dorpêç kir, di destpêke de mijara rizgarkirina sivîlan di pîlana me de bû, ku çawa korîdorên bi ewle ji sivîlan re bê vekirin û cihên bi ewle hebin ku gel derbasî wir bikin. Pîlana me ya rizgarkirina sivîlan didome û niha cihên bi ewle hatin çêkirin û heta niha bi hezaran sivîl ji bajêr hatine rizgarkirin". Fermandarê QSD`ê Omer Hewlêr herî dawî wiha got: "Ji ber hebûna sivîlan li hinek nuqteyan û parastina wan me şer daye seknandin."