'Divê em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin' 2017-07-16 13:55:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê de nivîskar-rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên kurd, nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser yekitiya neteweyî pêşkêş dikin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspiyên ji çar parçeyên Kurdistanê tev li şêwra yekitiya neteweyî bûn, têkildarî yekitiyê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Di nîqaşan de hat gotin ku xewn û xeyalên Ehmedê Xanî pêk tên û hat gotin ku divê kurd xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. 'EHMEDÊ XANÎ ÊDÎ DIKARE XWEŞ RAZÊ' Li ser navê Alimên Olî yên Kantona Cizîrê Mele Xizrî axivî û diyar kir ku Ehmedê Xanî êdî dikare xweş razê û wiha got: "Em mizgîniya kombûna li binê sîwanekê didin. Em vê civînê diyarî Ehmedê Xanî dikin. Di navbera Silêmanî, Hewlêr û Qendîlê de Sêmalka nîne. Ji bo yekitiya neteweyî dikarin li hev bicivin û pêşengiyê bikin." 'JI BO HEMÛ KURDAN MAF DIVÊ' Ji civaka hewramanan Kamûran Gulpî jî destnîşan kir ku pêwîst e Kongreya Neteweyî ne bi rengê partiyekê be û wiha pê de çû: "Divê rêxistinbûnek di ser partiyan re be. Lazim e kongreya neteweyî bi peyamên partiyan neyê fetisandin. Girîng e kongreya neteweyî nebe amûrek ji bo xurtkirina hêzê partiyekê. Hewremanan di herikîna dîrokê de li hemberî hemû êrîşan karîbûn çanda xwe biparêzin. Rûyekî bedew ê civaka demokratîk in. Em pêşniyar dikin ku şêwra kongreya neteweyî li hewreman bê lidarxistin. Pêwîste em di nasnameya hevpar a kurd de li hev bicivin." 'BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD DIVÊ' Kasim Firat jî li ser navê Komeleya Şêx Seîd axaftinek kir û anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî girîng de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêvajoyên bi vî rengî timî bi dest nakevin. Em di vê şêwrê de hin pirsgirêkan dibînin. Ev kêmasî ne yên KNK'ê ne, yên partiyên siyasî ne. Tifaq di navbera hêzên cihê de tê kirin. Divê em jî li hemberî hev gavekê bi şûn ve bavêjin. Bi vî rengî em dikarin înkar û tinekirina li ser me hê ferzkirî ye ji holê rakin. Ji bo pirsa; yekitiyeke çawa? Ez dibêjim; yekitiyeke bi rengekî adil. Yanî divê em berjewendiyên gelê kurd bidin pêş." 'DIJMINÊN ME HEWL DIDIN ME BIKIN XERÎBÊ HEV' Nivîskar Ehmed Arîf diyar kir ku ew wekî kurd di nava çandên fars, ereb û tirkan de tên eciqandin û aşkera kir ku her yek ji wan polîtîkayeke cuda li dijî gelê kurd dimeşînin û wan dikin xerîbê hev. Arîf derbirî ku sedema nebûna zimanekî wan ê standart, îro li vê salonê, mêtingerî ye û wiha got: "Madem dijmin hewl dide me bi vî rengî ji hev qut bike, wê demê çima em li hemberî vê helwesteke hevpar nîşan nadin?" PÊŞNIYARA MECLISA PARLAMENTERAN Parlamentera Tevgera Goran a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Perwa Elî jî anî ziman ku dema mirov gefên navxweyî û derve yên li dijî destketiyên gelê kurd dinirxînin, tê dîtin ku piraniya gefên derve ji ber pirsgirêkên navxweyî ne û ev tişt got: "Di serî de PDK em dibînin ku îro hin partî ne li vir in. Di rewşeke bi vî rengî de ku gelek pirsgirêkên me hen, gelo ew çima ne li vir in? Wekî din, heke KNK dixwaze bi roleke di ser partiyan re rabe, divê em mecliseke parlamenterên kurd ku me berê pêşniyar kiribû ava bikin. Ev parlament dikare me li cîhanê temsîl bikin." 'LAZIM E GELÊ KURD BI ROLA XWE RABE' Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Mihemed Emîn got ku: "Bi dawîhatina şerê li dijî DAIŞ'ê re, nexşeyên nû derdikevin holê" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê kurd li çar parçeyan bû gelê ku herî xurtî li dijî terorîstên DAIŞ'ê têkoşiya. Di rewşa heyî de ku nexşeyên nû ava dibin, lazim e gelê kurd bi rola xwe rabe. Beriya vê jî divê em pirsgirêkên navxweyî yên li parçeyan çareser bikin."