Qralê Guttî, Suyarên partê ango Bûk û Zava? 2017-07-17 09:06:38 ŞIRNEX - Peykerê ku li bajaroka Qesrikê hatiye avakirin, li gorî hin rîwayetan berhema Împaratoriya Guttiyan, li gorî hin rîwayetan Suyarên Partan û li gorî gelê herêma Şirnexê jî 2 evîndaran kevir kolaye û peyker çêkirine. Peykerê ku li gelî hatiye avakirin bi hezaran salin hebûna xwe di parêze. Li geliyê bajaroka Qesrikê ya di navbera Çiyayê Gabar û Cudî de ji ber peykerê 6 hezar sal berê hatiye avakirin, wekî Rêbuhêrka Qralan tê nasîn. Peykerê ku bi hezaran salin li ser piyan e, heta niha gelek çîrok li ser hatine gotin û serdestiya xwe ya li herêmê didomîne. Geliyê Qeskirê ku di serdemên borî de Qralên Asur, Pers, Roma hatin lê bi cih bûn û demekê serweriya xwe ava kirin, gelek bermahiyên dirokî li pey xwe hiştine. Geliyê Qesrikê ku Çiyayê Cûdî û Gabarê bi hev girê dide başûr û bakurê Mezotopatmay jî bi hev girê dide. Hêmû rêyên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê di vir de derbas dibe. Ji navê Qesrikê jî diyar dibe ku di serdemên borî yên dîrokê de dema Qral derbas dibûn dihatin li vir radiwestiyan û wekî karwansaray jî tê zanîn. Tê zanîn ku dema Ksenofon û Îskenderê Mezin piştî Çemê Dicle derbas kir, li Qesrikê ya Çiya û deştê ji hev cuda dike bûne mêvan. Li Qesrikê, di zinarên bilind de kun hatine vekirin û qulûbeyên nobetê hatine avakirin. Ji van diyar dibe ku gelek kral di vir de derbas bûne. Ji Qesra Mîr jî tenê çend dîwarên xerabe li ser piyan mane. FÎGURÊ ŞER Peykerê ku li eniya rojava yê bi ser milê Başur ê Geliyê Rîsorê hatiye avakirin yek ji berhemên dîrokî yê herî girîng e. Peykerê ku li pala rêya navbera Qesrik û Cizîrê hatiye avakirin, 3 metre li jora rê hatiye çikilandin. Peyker wekî suyarê hespê tê zanîn. Peykerê ku dişibe suyarê şervanê pişta hespê, xuya dibe ku bi zirxan hatiye pêçan. Li gorî hin rîvayetan ev peykerê Suyarê Parta ne. Yekem car di sala 1909'an de Gerok Gertrude Bell wêneyê wî kişand û diyar kir ku Rolyefê Partan e. Bell, diyar dike ku pêwiste ne li nava berhemênk Asuran, li nava berhemên Partan de lê bigere. Li QRALÊ GUTTÎ YE ? Hin dîrokzanên Cizîrî jî diyar dikin ku peykerê Qiralê Gutîyan e. Dîrokzanên Cizîrê diyar dikin ku li ser rê Cizîrê peykerên xweda û keybanuyan heye. Dîrokzan destnîşan dikin ku ev peyker di serdema Gutîyan de 6 hezar sar berê hatine avakirin. Hin dîrokzan jî diyar dikin ku dişibin mîrateyên Qralê Sasanî Erdeşêr Babekan û Şahpur, Taqê Bustan û peykerên Nakşê Rustem û Husrevi Perviz yên xerabeyên Persepolisê. GELÊ HERÊMÊ: BÛK Û ZAVA YE Gelê herêma Cizîrê û Şirnexê li dijî dîrokzanan diyar dikin ku ev peyker yên “Bûk û Zava” ye efsaneya wan diyar dike. Li gorî rîwayetan 2 ciwan pir ji hev hez dikin û malbatên wan destûr nade zewaca wan. Lê jina ciwan li dijî daxwaza malbatê bi xortê jê hez dike re direve. Herdu ciwan li Geliyê Qesrikê ji aliyê malbatê ve tên asêkirin. Malbata ku li vir şopa 2 ciwanan winda dikin peykerê bûk û zava li vir çê dikin. Defîneger li herêmê berhemên dîrokî xera kirine. Defineger bi sedema ku dibe berhemên giranbuha hebe zerar dane peykeran û elek berhemên dîrokî rûxandine. Lê peyker dîsa hebûna xwe diparêzin. Cîhan Olmez - dîhaber