Îslam: Divê wekheviyeke ji dilî bê avakirin 2017-07-17 09:09:39 STENBOL - Piştî Meşa Edaletê ya ji Enqereyê dest pê kir û li Stenbolê bi dawî bû, dê îro şûn ve çi bêkirin, Aktîvîstê Bingeha Edaletê (Adalet Zemini) Cîhangîr Îslam nirxand. Îslam da zanîn ku divê çalakiyeke mezin a ku her kes têde cih bigire bê avakirin û got ku "Divê rêje bê bilindkirin û her kes ji dil xwe tev li bike." Meşa Edaletê ya ji Enqereyê heta Stenbolê dewam kir, ji hemû beşên civaka Tirkiye û Kurdistanê ji milyonekî zêdetir kes beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de deklarasyona ji 10 xalan pêk dihat, ji hêla Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hat weşandin, dê îro şûn de çi bêkirin, nîqaşên wê berdewam in. Akademîsyenê bi rêya KHK'ê hat îxrackirin û aktivîstê Bingeha Edaletê Cîhangîr Îslam jî ji roja destpêkê heta dawiyê, tev li meşê bû, piştî mîtîngê der barê dê îro çi bêkirin de axivî. Îslam aşkera kir ku ew ji wekî akademîsyenekî ji kar hatiye îxrackirin û ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça tev li meşê bûye û wiha axivî: "Meş bû tecrûbeyeke baş. Min gelek meşvanên ji beşên cuda nas kir. Ev mirov her yek jî bi şeklekî ji hêl hikumeta AKP'ê ve hatine mexdurkirin. Meşek aştiyane bû û bi mîtîngekî qediya. Difina kesî xwîn nebû. Kesên kevir avêtin, me gul avêtin wan." 'DIVÊ RÊJE BÊ BILINDKIRIN' Îslam da zanîn ku ruhekî wekî Berxwedana Geziyê, "Eniya na" di Meşa Edaletê de derketiye pêş û wiha pê de çû: "Divê berdewama vê bê, lê wê çawa bê? Divê dîsa di bin banê partiyeke siyasî de na, sîwaneke ku hemû Tirkiyeyê temsîl dike bê avakirin û ev rêje bê mezinkirin. Heta edalet bê vî welatî divê têkoşîn bê meşandin. Rêgeza edaletê, rêgeza herî bilind e." Îslam got ku "Divê çalakiyeke mezin bê lidarxistin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê meşê jî zelal bû ku herî zêde girseyeke sedî 50 li dijî hikumetê bi bertek heye. Ji ber wê jî ew di wê baweriyê de me sedî 50 dê bilind bibe. Ji ber ku hêviya min di vir de ye, divê mirovên dixwazin bi hev re bijîn, xwe bidin aliyên hev." 'DÊ BERDEWAMA WÊ BÊ' Îslam destnîşan kir ku ew wekî Bingeha Edaletê, îro şûn de rê û rêbaz çi be ew dê piştgiriyê bidinê û ev tişt got: "Me çalakiyeke cidî danî holê. Çalakiya herî bi nirx a cîhanê bû. Dê berdewama wê teqes bê; lê divê niha berteka hikumtê bê dîtin. Ji bo pêkhatina edaletê, îro şûnde çi ji destê me bê em dê bidin kesên li desthilatdariyê. Daxwaza me hemûyan dewleta hiqûqê ye, divê cudahiya sûcdar û bê sûcan daynin holê." ‘BIRYARA BI HEV RE DIVÊ’ Îslam da zanîn ku îro şûn de hevkariya ku bi milyonan kesî tîne gel hev, hem CHP û hem jî beşên din, dê li gorî gavên ku tên avêtin piştgiriya xwe berdewam bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di dema meşê de jî pêşniyarên min çêbûn. Divê civîneke îstişarî bê girtin û çi bêkirin divê bi hev re biryar bên girtin. Ez li bendê me ku gavan bavêjin. Divê ev bûyer bê hezimkirin. Bê analîzkirin û dê ev ber bi ku ve biçe, baş bê hesabkirin. Divê çalakiyeke ji dil tê bê kirin. Divê her kes wekheviyê esas bigire. Edaletê esas bigire. Alîgirê mirovan be û jiyana bi hev re binirxîne. Ji xwe wê demê dê hêza civakî bê parastin." Necla Demîr - dîhaber