Ji girtiyê nexweş ê epîlepsî bang 2017-07-17 09:24:01 WAN – Girtiyê nexweş ê epîlepsiyê Suat Aşkan ku li Girtîgeha Wanê tê ragirtin, her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. Aşkan ê di hefteyekê de 1-2 car nobetê der bas dike, banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku rewşa girtiyên nexweş ên epîlepsiyê aşkera bikin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş di rojên derbas bûyî de, rewşa girtiyên nexweş ên epîlepsiyê anîbû rojevê. Lê girtiyên nexweş ên epîlepsiyê, bêyî ku agahiya sazî û dezgehên mafên mirovan ji wan hebe, hêjmara wan li gorî lîsteya ketiye rojevê, zêdetir e. Tenê girtiyên li girtîgeha Wanê tên ragirtin û bi dehan girtiyên ku navê wan di lîsteyê de tuneyî jî hene. Metîn Erîşmîş, Mustafa Sari, Nacî Acar, Ulaş Taş, Erdem Şedal û Suat Aşkan hin ji van kesan e. 'BÊYÎ PARASTIN CEZA DAN’ Suat Aşkan 9 sal e nexweşê epîlepsiyê ye, di Girtîgeha Wanê de tê ragirtin. Hat ragihandin ku di heman demê de nexweşiyên Aşkan ên bêhn tengbûn û xitîmîna rehan jî heye. Aşkan diyar kir ku di 8'ê Kanûna 2012’an de li Colemergê hatiye girtin û ji vê dîrokê û vir ve sîrgûnê gelek girtîgehan hatiye kirin. Aşkan ragihand ku di 7’ê Çileyê de ji Girtîgeha Tîpa H a Erzurumê, sîrgûnê girtîgeha Wanê kirine. Aşkan bi lêv kir ku ew û birayê xwe Huseyên Aşkan di haman girtîgehê de dimîn in û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ye, 8 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Aşkan bal kişand ser pêvajoya Dadgeha Bilind a ku hîna dadgeha wan didome û got ku ew tev li tu dadgehê nebûne û bêyî ku parastina wan bê girtin, ceza li wan hatiye birîn. DI NAV HEFTEYÊ DE 1-2 CAR KRÎZÊ DERBAS DIKE Aşkan da zanîn ku der barê nexweşiya wî de ji nexweşxanya Wanê û Nexweşxaneya Lêkolîn a Herêmê ya Erzurumê raporên cuda dan û wiha pê de çû: “Nexweşiyên epîlepsiyê yên derve, di dema nobetê derbas dikin de, ger demil dest mudaxile neyê kirin, xetereya mirinê bi xwe re tîne. Rewşa girtiyekî weke min ku bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye, hîn xirabtir e. Di nava hefteyekê de herî kêm 1-2 car nobetê der bas dikim. Em di odeyek 3 kesî de tên ragirtin. Her wiha jiyana nexweşên epîlepsiyê di her nobetê de dibe weke tayê pembû.” JI GIRTIYÊ NEXWEŞ Ê EPÎLEPSÎ BANG Aşkan da xuyakirin ku her roja der bas dibe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Aşkan da zanîn ku di şexsê wan de hem malbatên wan û hem jî wijdana civakê tê cezakirin. Aşkan destnîşan kir ku dosyayên der barê girtiyên nexweş de hatin amadekirin, di dolabenên toz girtî yên Enqerê de dimînin. Aşkan herî dawî banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan, ÎHD û TÎHV’ê jî kir ku rewşa girtiyên nexweş ên epîlepsiy aşkera bikin. Nedîm Turfent / Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê – dîhaber