Dermanê şaş rewşa girtî xerab kir 2017-07-17 11:13:09 STENBOL – Girtiya nexweşîna kronîk a dil Fatma Tokmak a ku dermanê xelet danê 17 roj e nexweşîna wê ya edetê didome. Tokmak a her diçe nexweşîna wê zêde dibe sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Li gorî nûçeya Gazete Şûjîn; girtiya nexweşîna kronîk a dil Fatma Tokmak a ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakîrkoyê tê ragirtin ji ber dermanê xelet danê 17 roj e nexweşîna wê ya edetê didome. Xwîna wê bi tu awayî nasekine û her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Li gel vê nexweşînê jî Tokmak nabin nexweşxaneyê. Parêzera Tokmak, ji parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Ayşe Aciniklî di 13’ê tîrmehê de pê re hevdîtin kir û diyar kir ku rewşa Tokmak girane û ji ber vê yekê hevdîtin pêk neaniye. Aciniklî da zanîn ku li ser vê yekê bangî girtiyek din kiriye û wiha got: “Hevala ku ji koxuşê hat nameya Fatma ji min re anî. Fatma di nameya xwe de dibêje ku wê li gel bijîşkê nû hatiye tayînkirin dermanên xwe gotiye lê belê bijîşk ji dermanan yek ji ber ku ya deprosyonê bûye nenivîsandiye. Hemû girtîgeh dizane ku Fatma bi nexweşîna dil dijî. Her kes dizane ku divê her tim derman jî bikar bîne. Lê belê li gel vê yekê jî bijîşkê nû hatiye tayînkirin dermanan nanivîsîne.” REWŞ GIRAN E Aciniklî destnîşan kir ku 17 roje derman bikar neaniye û ev 17 roje Tokmak di nav xwînê de maye. Aciniklî anî ziman ku Tokmak di nîşeyê jê re şandiye de hêj xwîna wê didome û Tokmak gotiye ku ji 30’ê vir ve rewşa wê gelek ne baş bûye. Aciniklî got ku li gel serî li dozgeriyê û midûr dane jî lê hêj ji wan re bersiv nehatiye dayîn û Tokmak bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ye. Aciniklî da zanîn ku pêwîste demildest ji bo nexweşînên Tokmak bên çareserkirin.