Li Alîbogaziyê liv û tevgera hewayî 2016-12-09 17:51:55 DERSIM - Li herêma Alîbogaziyê ya di navbera navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pulurê de ye, piştî bombebaran duh êvarî dubare liv û tevgera hewayî dest pê kir. Li Herêma Alîbogazî ya li sînorê navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pulurê yên Dersimê ye û li Daristanên Kinzirê yên girêdayî Xozatê ne, dih bi şev ji aliyê balafirên şerî û helîkopteran hatibû bombebarankirin, îro liv û tevgera hewayî dubare dest pê kir. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, liv û tevgera hewayî bênavber didome.