Biryara girtinê ya der barê Aydogan de nehat rakirin 2017-07-17 12:30:24 AMED - Wekîla HDP'ê Nursel Aydogan doza ku dihat darizandin, piştî serbest hat berdan li ser itirazê der barê wê debiryara girtinê hat derxistin, dadgehê biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir. Der barê Welîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan de heta 103 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, di 21'ê Nîsanê de hat tahliyekirin û li ser itiraza dozger der barê wê de biryara girtinê hat derxistin û dirizandina wê berdewam kir. Doza li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Aydogan beşdarî rûniştina 2'yemîn nebû, parêzerê wê amade bû. Parêzer Abdulkadîr Guleç parastina miwekîla xwe kir û da zanîn ku di rûniştina berî vê de parastina miwekîla wî hatiye girtin, divê biryara girtinê ya derbarê Aydogan de bê rakirin û kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dozger diyar kir ku divê biryarên înfaza girtinê ya der barê Aydogan de bên rasestandin û kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Heyetê biryara navborî aşkera kir û xwest biryara înfaza girtinê bê rawestandin, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin doz taloqî meha Kanûnê kir.