Dozger ji Dîlek Ocalan re ceza xwest 2017-07-17 12:52:21 RIHA - Doza ku Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr û Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan dihatin darizandin, dozger ji Ocalan re bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, ceza xwest. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîlê Rihayê Osman Baydemîr, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, der barê wî de doz hat vekirin û rûniştina 6'emîn hat dîtin, doza der barê Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan de jî ku ji ber tevlêbûna merasîmeke cenaze ya li navçeya Wêranşarê bûbû, rûniştina 5'emîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Wekîlên HDP'ê beşdarî dozê nebûn, parêzerên wan amade bû. POLÎSÊ FEZLEKE AMADE KIR LI KU YE? Parêzerê Baydemîr Emrah Şeyhanlioglu parastina miwekîlê xwe kir û ev tişt got: "Berî her tiştî divê ev dosya bikeve. Ji ber ku axaftina miwekîlê min, di heman demê de axaftina li Meclisê ye. Di axaftineke xwe ya li Xelfetiya Rihayê de dibêje ku 'li Cizîrê komkujî pêk tê. Ev komkujî piştgiriya xwe ji Enqereyê digirin.' Lê polîsên ku ev fezleke amade kirine aqûbeta wan nayê zanîn. Dema serdozger fezlekeya der barê wekîlekî de lêkolîn dike, divê aliyê wê yê erênî jî lêkolîn bike." Şeyhanlioglu aşkera kir ku îdianameya 12 rûpelî bi tevahî sûc hatiye dîtin û xwest doz bê xistin. JI OCALAN RE CEZA XWEST Doza ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye der barê Dîlek Ocalan de hatiye vekirin, dozger ji Ocalan re ceza xwest. Parêzera Ocalan Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku ew tev li mutalayê nabin û dem xwest. Dadgehê doza her du wekîlan taloqî 9'ê Mijdarê kir.