Di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn 2017-07-17 13:04:21 COLEMÊRG – Li bajaroka Bajêrgê ya Geverê dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn. Nêzî gundê Basan a bajaroka Bajêrgê ya Gevera Colemêrgê, dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqinê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn. Piştî teqînê gelek ambulans û helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rêya Bajêrgê û Geverê ji çûn û hatinê re hat girtin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûne.