Li bersûc Battal re cezayê heta hetayê 2017-07-17 14:05:30 ÎZMÎR - Kesê bi navê Îsmet Battal li Îzmîrê xizma xwe Duygu Şen kuştibû, di wê doza ku dihat darizandin de biryar aşkera bû. Dadgehê ji bersûc Battal re cezayê heta hetayê û 12 sal jî lê zêde kir. Di 4'ê Çileya 2016'an de li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê kesê bi navê Îsmet Battal, zêrên jina bi navê Duygu Şen destaser kiribû û bi kêrê ew qetilkiribû. Doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin, de ji bersûc Battal re cezayê heta hetayê hat birîn.