DBP rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2017-07-17 14:24:41 AMED – DBP piştî civîna Meclîsa Partiyê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) diyar kir. Partiya Heremên Demokratîk (DBP) piştî 4’emîn Kongreya Asayî li Enqereyê pêk anî li Amedê jî civîna Meclîsa Partiyê li darxist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Piştî civîna Meclîsê lîsteya Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ji van kesan hat avakirin: Hacer Ozdemîr Alîkara Hevserokên Giştî ya ji rêxistinkirinê berpirsyar, Berat Bîrtek Alîkarê Hevserokên Giştî ji rêveberiyên heremî berpirsyar, Seher Tumer Alîkara Hevserokên Giştî ya ji akademiyê berpirsyar, Hediye Kilinç endama Lîjneya Rêveberiya Navendî, Mehmet Şîrîn Tunç endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî, Gulum Bayram endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî, Zekî Baran endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî, Meryem Yildiz endama Lîjneya Rêveberiya Navendî, Hasan Vural Hesabgirtê Giştî û Gurbet Çakar Berdevka Meclîsa Jinê.