Polîsan vê carê porê çalakvanan verût 2017-07-17 14:46:05 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê di roja 251'an de berdewam kir, polîsan êrîş kir û 4 kes hatin binçavkirin. Polîs porê Nazîfe Onay verût. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 131 roj e berdewam dike, çalakiya "Em kare xwe dixwazin" a li derve hatiye destpêkirin jî 251 roj li dû xwe hişt. Çalakvanên li hev civiyan, xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolaya Yukselê daxuyanî bidin. Çalakvanên li Kuçeya Konurê li hev civiyan, Nazîfe Onay a li Stenbolê di çalakiyê de bû û ev demeke li Enqereyê çalakiya xwe berdewam dikir, bû hedefa polîsan. Polîsan bi mertalên xwe çalakvan dev da û di êrîşê de 4 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Nazîfe Onay bi gotinên wekî "porê min vedirûn" qîr kir.