Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federal 19'ê Tîrmehê pîroz kir 2017-07-17 16:18:35 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir ku çiqasî êrîşên dijwar pêk werin û zehmetiyên giran derkevin ewê ji tu hêzan re teslîm nebin û wiha got: "Ji bo pêkanîna sîstema demokraîtk a azad ku layîqî hemû kesên li ser vê xaknîgariyê jiyan dike, pêk were em ê tekoşîna xwe di bin diurşmeya an azadî an azadî de bidomînin. Hevserokatiya Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî salvegera 5'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku çawa Şoreşa 19'ê Tîrmehê karîbû gelek herêmên Sûriyê rizgar bike wê di rizgarkirina Reqa de jî bi serkeve. Daxuyanî wihaye: "Em salvegera 5'an a 19'ê Tîrmehê li gelê xwe û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin, her wiha em şervanên qehreman ên di eniyên şer de tekoşînê dikin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê destpêkirineke dîrokî, nûjen û mezin di Sûriyê de bû. Ji ber vê şoreşê rastiya şoreşa Gelê Sûriyê û daxwaza gelê me derxist pêş. Ew bû şoreşa gelên ku li dijî hemû cûriyên zulmê serî hildan. Di dema hin hêzên opozisyona Sûriyê ji rastiya xwe ya şoreşgerî derketin û ketin xizmeta siyasetên hêzên derve de, hêzên ku serkêşiya şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin xeta xwe ya şoreşgerî, demokratî û niştimanî parastin. Van hêzan gelek destkeftiyên bi nirx di rewşên herî zehmet de bi dest xistin û şoreşa wan bû şoreşa bi pêşengtiya ciwanên kurd hate destpêkirin û bi ser ket. Bi demê re ev şoreş bû xeta ku hemû gelên Bakurê Sûriyê wê esas bigrin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li ser rêgezên Neteweya Demokratîk û azadiya jinê pêkhat gelek destkeftiyên fikrî, çandî û civakî pêk anî. Bi vê yekê herêmên me bûn herêmên herî bi ewle yên di Sûriyê de. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşeke gelerî û bi hêza gel pêk hat. Parstina mafê mirovan û hemû gelê Sûriyê kir, her wiha bû şoreşa azadiya jinan di hemû qadên jiyanê de parstina mafê wê kir. Şoreşa gelê sûriyê bû ji ber ku li gorî hêviya hemû gelê Sûriyê tekoşîn hate kirin û jiyana azad pêk anî. Şoreşeke insanî bû û parstina hemû mirovên bindest kir. Vê şoreşaê DAIŞ û hemû aliyên piştigriya wê dikin, têk bir. Vê şoreşa ku ji Kobanaya bûye paytexta mirovahiyê destpê kir. Îro jî li dijî di paytexta wan de li dijî dijminên mirovahiyê ku bajarê Reqa kiribûn navenda tirs û zulmê tekoşînê didomînin. Wekî çawa şoeşa 19'ê Tîrmehê desekeftiyên mezin bi dest xistin wê di rizgarkirina Kobanê de jî biserkeve. Îro û li ser esasê destkeftiyên vê şoreşê gelê me sîstema azadî, demokrasî û edaletê pêş dixe. Sîstema fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Ev şoreş armanca û hêviya bi hezaran şehîdên ku ji bo pêkanîna jiyana azad canê xwe fedakirine pêk hatiye. Bi vê boneya pîroz em careke din tekez dikin ku çiqasî zehmetî mezin û pir bin, çiqasî êrîşa dijwar bibin em ê serê xwe ji tu hêzan re netewînin. Em ê ji bo pêkanîna sîstema Demorkatîk a azad ku layîqî hemû gelê li ser vê xaknîgariyê jiyan dike pêk bînin,kar bikin. Heta azadî pêk were em ê bi diurşmeya an azad an azadî kar û xebatên xwe bidomînin."