OHAL 3 mehên din jî hat dirêjkirin 2017-07-17 19:01:49 NAVENDA NÛÇEYAN- Tezkereya ku ji bo 3 mehên din jî OHAL bê dirêjkirin li Meclîsê hat qebûlkirin. Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ku li Qesra Serokomartiyê civiya, der barê ji bo careke din Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehên din bê dirêjkirin de biryar wergirt. Hîn civîna desteyê didomiya tezkereya der barê dirêjkirina OHAL'ê ji bo Meclîsê hat şandin. Tezkere ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin û OHAL 3 mehên din jî hat dirêjkirin. Dê dema OHAL'ê ya nû di 19'ê Tîrmehê saet di 01.00'ê de dest pê bike.