Li Şirnexê cenazeyek hat dîtin 2017-07-17 20:34:18 ŞIRNEX- Li Şirnexê li nêzî ocaxên madenê cenazeyê mêrekî hat dîtin. Li Şirnexê, li derdora ocaxên madenê ku li nêzî Çiyayê Cûdiyê ne cenazeyê mêrekî ku temenê wî li dor 40 salan hat dîtin. Welatiyên ku cenaze dîtin hayê polîsan pê xistin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, lêkolîn kirin. Di lêkolînê de li ser cenaze nasname nehat dîtin. Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.