Meleyê ku zarok îstismar kirin hat girtin 2017-07-17 20:46:13 AMED - Li Bismilê, meleyê bi navê Y.O. ku her çi qas rayeya wî ya dersdayînê tune bû jî li qursa Qur'anê ders da, derket holê ku şagirtên qursê îstismar kiriye. Y.O. hat girtin û ew şandin girtîgehê. Li Bajaroka Tepê ya Bismila Amedê, meleyê bi navê Y.O. ku bêyî rayeya wî ya dersdayînê hebe dersa Qur'anê dida, zarokên li qursê îstismar kir. Mele Y.O. telefonekê ji xwendekarekî diçe qursê dikire û li ser vê gumanên malbatê çêdibin û telefonê raçav dikin. Malbat di telefonê de peyamên Y.O. dibîne û giliyê mele dikin. Li gor nûçeya Cûmhûriyet Y.O. radestî Qereqola Cendirmeyan a Tepeyê hatiye kirin û li qereqolê îdia red kirine. Lê dema zarokê ku îstismara zayendî lê hat kirin di refaqetiya pedagog de îfade da, der ket holê ku Y.O. zarokê îfade da û 4 hevalên wî îstismar kiriye û ji ber ku zarok tirsiyaye ji kesî re negotiye. Piştî îfadeyan Y.O. hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.