Welatiyê ku ji kendal ket jiyana xwe ji dest da 2017-07-17 21:17:49 COLEMÊRG -Li Şemzînanê welatiyê bi navê Rahmî Tekîn dema pincar berhev dikir ji kendal ket û jiyana xwe ji dest da. Li Şemzînana Colemrêgê welatiyê bi navê Rahmî Tekîn, dema pincar berhev dikir ji kendal ket û jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketin, Tekîn ji gundê xwe Banyê yê girêdayî Bajaroka Rûbarokê ye û ji bo pincarê berhev bike çûye Zozana Silo ya gundê Bêsûnê. Dema Tekîn pincar berhev dikir, li cihekî bi qeraç keysa wî xera bû û ji kendal ket. Tekîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ekîpmanên tenduristiyê cenazeyê Tekîn ji cihê bûyerê wergirtin û ji bo otopsiyê ew birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Paşê ji bo otopsiyeke berfireh cenaze sewqî Wanê hat kirin.