Cîgirê Waliyê Amedê ji "Endamtiya FETO'yê" hat girtin 2017-07-17 21:31:13 AMED – Cîgêrê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de di 14'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin, hat girtin. Cîgêrê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr, di 14'ê Tîrmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hatibû binçavkirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan Gokdemîr sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger, bi îdiaya "Endamtiya FETO"yê Gokdemîr sewqî dadgehê kir. Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedera bi heman hincetê biryara girtina Gokdemîr da û ew şandin girtîgehê.