Hiqûqnas: OHAL kirine wek rejîmeke asayî, bila bi lezgîn rakin 2017-07-18 09:14:09 AMED – Hiqûqnasên li Amedê bi minasebeta 1'emîn salvegera OHAL'ê ku bi deh hezaran mirov ji cihê xwe koçber bûn û bi sedan mirov hatin kuştin, diyar kirin ku hikûmetê OHAL kiriye wekî rewşa asayî û xwestin bi lezgînî OHAL'ê rakin. Hiqûqnasan, anîn ziman ku OHAL tu pirsgirêkên civakê çareser nake û dijberî vê yekê pirsgirêkan kûrtir dike. Hikûmeta AKP'ê bi hevkariya MHP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'ê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL îlan kirin. Di ser OHAL'ê re salek derbas bû. Di saleke OHAL'ê de bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn, bi sedan kes hatin kuştin. Erdogan hewldana darbeya 15'ê tîrmehê wekî "Lutûfa Xwedê" bi nav kir û OHAL îlan kir. Pişt re KHK li ser KHK derxist. Bi KHK'yan bi sed hezaran karmend hatin îxrackirin. Hiquqnasên li Amedê encama OHAL'ê nirxandin. Prz. Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku piştî hewldana darbeyê rojek şûnde parlamento kom bû û OHAL îlan kir û wiha got: "AKP'ê piştî OHAL îlan kir û hêza berxwedêr şikand, armanc kir ku OHAL'ê daîmî bike. Di salek borî de xuya dike ku dixwazin vê rejîmê asayî bidin xuyakirin. Her çend hewldana darbeyê pêk hat jî pêkanînên piştî hewldana darbeyê jî darbeya duyemîn e. Ger ku hewldana darbeyê pêk hatibûya dê Parlamento belav kiribûna. Dê dîsa gelek mirov bihatina binçavkirin û girtin. Dê gelek kargerî bihatina girtin. Darber pêk nehat. Lê wekî ku darbe pêk hatibe maf hatin binpêkirin. Piştî hewldana darbeyê hemû saziya muxalif rastî êrîşan hatin. Niha mirov nikare bahsa azadiya raman û îfadeyê bike. Welatiyên bi riya medya fikrên xwe tînin ziman jî tên girtin. Bi hezaran mirov hatin îxrackirin. Li bajarên kurdan hevşaredarên hatin hilbijartin tev hatin girtin. Ji kurdan re gotin "Hûn ne xwedî hunera rêveberinê ne." Hikûmet dixwaze OHAL'ê wekî hewşa asayî û rewa bide nîşan. Navê vê yekê di literaturê de rejîma otoriter e. Hûn dikarin ji vê yekê re bêjin faşizm ango diktatorî jî. Di vê yekê de hikûmet ne bi serê xwe ye. Piştgiriya MHP'ê heye, lê bi salan e hêza netewperest û Kemalistê ji heye. Niha daraz, reveberî û zagonçêkirin ji destekî ve tê meşandin. Li welatekî wisa demokrasî û hiqûq ne pekan e." 'DI SALÊN 1990'AN DE LI KURDISTANÊ ÎRO LI HER DERÊ OHAL HEYE' Aktar, anî ziman ku nêzî 5 hezar dadger û dozger hatin îxrackirin û wiha got: "Ji 3 paran parek dadger hatin îxarckirin. Dema wisa be tu dadger û dozger xwe di ewlehiyê de nabînin. Hem ji karê xwe dibin û hem jî wekî endamê rêxistinek bi çek tên tawanbarkirin. Di salên 1990'an de tenê li Kurdistanê OHAL hebû. Niha li tevahiya Tirkiye OHAL heye. OHAL'a salên 1990'î tenê operasyonên leşkerî hebûn. Wê demê we xwe di ewlehiyê de ne didît. Lê karê we di ewlehiyê debû. Lê niha ne hûn û nejî karê we di ewlehiyê de ye. Telefon, hesabê medya civakî hemuyan dikin delîl. Hûn ji ber fikrên xwe wekî nedamê rêxistinê tên dîtin. Wê demê tenê li Kurdistanê OHAL hebû. Lê niha li tevahiya Tirkiye OHAL heye." Akdar, anî ziman ku OHAL bê rakirin jî dê bandora wê zû bi zû winda nebe û wiha got: "Dawiya dawî dê OHAL rabe. Ji ber ku OHAL dê Tirkiye di zinar werke. Dê şerê navxweyî pêş bixe. Divê îktîdara siyasî demek beri demekê dest ji OHAL'ê berde û dîsa her tiştî asayî bike. 'RÊXISTINÊN ÇETE DÊ DI NAVA DEWLETÊ DE PÊŞ BIKEVIN' Prz. Reyhan Yalçindag jî bal kişand ser karakterê dewletê yê darbekar û wiha got: "Dewlet bi rewşa awarte hatiye strandin û hûnandin. Di rewşê asayî de jî her dem dewlet serdest e. Her dem li dijî hiqûqê bi rêve bir. Yên bi feraseta rêveberiya Îttihat û Terakkî îro bi rêbaza hilbijartinê hatine ser kar û Tirkiye bi rêve dibin. Îro di nava îktîdarê de cih digirin. Em dizanin ku hêzên çeteyên li dijî hiqûqê di nava dewletê de cihê xwe digirin. Van çeteyên di nava dewletê de di salên 1990'an de bi hezaran mirov qetil kirin. Bi îlana OHALRê û rêveberên rewşa awarte Tirkiye bêtir ji demokrasî û mafên mirovan dûr ket. Hewldana AKP'ê ya li dijî siyasetmedarên kurd ya di bin navê KCK'ê de operasyon pêk anîn jî darbe ye. Tirkiye bi rebazên darbe û pêkanînên derqanûnî bi rêve naçe. Heta ku mekanîkên darbeyê li ser maseyê neyê niqaşkirin û hesap jê neyê pirsîn, ev hêzên darbeyê dê di nava dewletê de rêxistina çeteyên hundir pêş bixin û zerarê bidin Tirkiye." 'MAÊ AZADIYA HEQ Û HİQÛQÊ BI SÎNOR DIKE' Yalçindag, anî ziman ku bi riya OHAL'ê dixwazin bi darbeyekê darbeya din têk bibin û wiha berdewam kir: "Dixwazin darbeyekê bi darbeya din bigirin. Ewil gotin 3 meh OHAL ilan kirine, Lê ji salên 1990'an jî hat fam kirin ku dê dirêj bikin. Niha salek derbas bû lê hêj OHAL didome. AKP'ê OHAL kir wekî amûra desthilatdariyê. Referandum di şertê OHAL'ê de kirin.Ji bo xwe kirin wekî lutûfa xwedê. Tirkiye hiqûq û qanûna xwe ya bingehîn tune hesiband. Divê demek berî demekê OHAL bê rakirin. Êdî Tirkiye bi OHAL'ê namleşe. Êdî tu hinceta OHAL'ê nabe. 'OHAL KEYFÎYETA ÎKTÎDARÊ YE' Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan her dem li dijî darbeyan û OHAL'ê ne. Bîlîcî, anî ziman ku îlankirina OHAL'ê halê keyfiyetê ye û wiha got: "Di serdemên berê de jî leşker û polîsan di serdema OHALê de li dijî pivan û zagonan mafên mirovan binpê kirin. Bi zagonan polîs û leşker xistin bin parastinê. Ev nîşan dide ku dema sînorê hiqûqê derbas bikin û zagon neyên naskirin sûc zêde dibe. Binpêkirina mafan zêde dibe. Ger ku hesab neyê pirsîn dê binpêkirina mafan gelek zêde bibe. "