Malbata leşker bi guman e 2017-07-18 09:15:50 AMED - Omer Can ê li Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagiya Hatayê leşkeriyê dike fermandarên wî ew derb kir. Birayê Can Hasan Can diyar kir ku ji jiyana birayê xwe bi fikar e. Leşker Omer Can ê ji Amedê, li Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagiya Hatayê leşkeriyê dike, rastî lêdana fermandarên xwe hat. Birayê Can Hasan Can, diyar kir ku fermandaran li qawîşa ku birayê wî lê dimîne îşkence li birayê wî kirine û serê wî derb kirine. Can, anî ziman ku ji ber vê derûniya birayê wî xirab bûye û hewl daye ku întihar bike. Can, 45 heb xwarin û ji mirinê filitî û heta demekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê hat tedawîkirin. ‘FERMANDARAN DERBA MIRINÊ LÊXISTINE' Kekê Can, Hasan Can anî ziman ku hevalekî Omer bi riya telefonê li wan geriyaye û wiha gotiye: "Li vir bi awayekî dijwar li Omer dan." Kek Can, diyar kir ku dema wan bûyer bihîstiye demildest berê xwe dane Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagi ya Hatayê ku birayê wî Omer lê leşkeriyê dike û wiha domand: "Li qawîşê hin leşker gotinên nîjadperest ji birayê min û leşkerên kurd re dikin. Û li ser vê bûyer mezin dibe. Dema nîqaş zêde dibe, fermandarê qisma wan hatiye. Dema birayê min ji fermandar re dibêje 'Em ji bo siyasetê bikin nehatine vir, ji bo çi hûn wisa nêzî me dibin.' Dema wisa dibêje fermandar jî wiha dibêje: 'Hûn kurd biçin kuderê, hûn wir tevlîhev dikin.' Dema birayê min bersiva fermandar dide binefserek, serefserek û leşkerekî payebilind û ku navê wî nizanim birayê min dibin cihekî vala û derba mirinê lê dixin." ‘HEWL DA ÎNTIHAR BIKE' Can, anî ziman ku bûyer bandoreke neyînî li birayê wî kiriye û dema di Cejna Remezanê de hat Amedê hîn jî ji bîr nekiribû û wiha domand: "Ji roja ku birayê min hat zaf bêdeng bû, bi kesî re nediaxivî û nedikeniya. Rojek mabû destûra wî biqede, 45 heb xwarin û hewl da xwe bikuje. Dema hewl da întihar bike me ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê. Piştî 3 rojan di beşa lezgîn de ma, wî sewqî beşa psîkyatriyê kirin." ‘HAT GOTIN KU JI BO LEŞKERIYÊ NE GUNCAN E, LÊ...' Can, da zanîn ku beşa psîkyatriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê rapora "Ji bo leşkeriyê neguncan e" daye Omer, lê belê li gel raporê dîsa jî birayê wî birine leşkeriyê û wiha domand: "Em çûn şaxa leşkeriyê ya Amedê. Me rewş ji wan re vegot. Ji me re gotin 'Em nikarin tiştekî bikin' û me şandin Fermandariya Navendî ya Amedê û ji wir jî me şandin Fermandariya Parleşkeriya 7'emîn. Yên li wir alîkariya me nekirin. Herî dawî em mecbûr man biçin Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagiyê. Li wir jî henekên xwe bi me kirin. Ez bi fermandar re axivîm, min jê re got derûniya birayê min qet nebaş e û dibe ku zirarekê bide xwe. Li ser vê fermandar got 'Birê min ma em li vir çi dikin, birayê te emanetî me ye, em leşker bernadin'. Heke emanet be çawa çêdibe ku leşkerên payebilind lê didin. Em bawerî dewletê dikin û zarokên xwe dişînin leşkeriyê. Em zarokên xwe saxlem dişînin, lê bi awayekî ku derûniya wan qet nebaş vedigerin. Ev xwedîderketineke çawa ye." ‘ŞIK Û GUMANÊN ME HENE' Can, dest nîşan kir ku piştî bûyerê birayê wî şandine Qişleya Şehîd Ahmet Tor a Îskenderûnê û wiha got: "Der barê jiyana birayê min de, şik û gumanên me hene. Divê êdî hin kes vî tiştî rawestînin. Dewlet dixwaze ser vê bûyerê binixumîne. Tiştên hatine serê birayê min ne tiştên ji rêzê ne. Di warê huqûqî de em ê doza mafê xwe bikin. Divê kî birayê min derb kiribe, bê cezakirin."