Pêkanînên 12'ê Îlonê bi 15'ê Tîrmehê dubare dibin 2017-07-18 09:16:53 ENQERE- Daxwazên OHAL'a 12'ê Îlonê yên li girtîgehan cilên yek reng li xwe bikin, piştî OHAL'a 15'ê Tirmehê bi daxwaza Serokê AKP'ê Erdogan tê xwestin bê dubarekirin. AGÎT û hin saziyên navnetewî berê girtîgeh an jî binkeya leşkerî ya Gûantanamoyê wek "navenda îşkenceyê" wesifandibûn û ji ber wê rexneyên tûj li DYA'yê kiribûn. Lê belê piştî demeke dûr û dirêj Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan Gûantanamo xist rojevê. Erdogan, Gûnatanamo ji xwe re kir referans û xwest ku pêkanîna wê ya "kincên tektîpî" li Tirkiyeyê bisepîne. Piştî daxuyaniya Erdogan, Wezareta Dadê jî tevgeriya û her wiha hin çavkaniyên nêzî AKP'ê jî radigihînin ku dê ev pêkanîn heta demekê bê sepandin. Di dema 12'ê Îlonê de hatibû xwestin ku ev pêkanîna kincên tektîpî ku Erdogan xist rojevê, bê sepandin. PÊŞÎ AMED LI DIJÎ KINCÊN TEKTÎPÎ LI BER XWE DA Ev pêkanîna kincên tektîp ku Erdogan dixwaze li girtîgehan bisepîne, ewil di di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de bi hinceta OHAL'ê di 1'ê Çileya 1984'an de hat sepandin. Piştî ku hat sepandin, li dijî wê girtiyan dest bi berxwedanê kir. Dema ku li Girtîgeha Amedê ew mafên ku piştî rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an bi dest ketibûn hatin binpêkirin, dîsa rojiya mirinê dest pê kir. Li Girtîgeha Amedê li dijî vê pêkanînê Cemal Aratê PKK'î û Orhan Keskînê Dev-Yol'î jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Necmettîn Buyukkaya jî di 23'yê Çileya 1984'an de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Di greva ku di 11'ê Nîsanê de ji aliyê girtiyên ku ji Devrîmcî Sol û TÎKB'ê girtî hat destpêkirin de jî Abdullah Meral, Haydar Başbag, Fatih Oktulmuş û Hasan Telci jiyana xwe ji dest dan. Li ser van berxwedanan ev pêkanîn di sala 1986'an de hat rakirin. ‘DERAQILÎ YE' Yek ji berxwedêrên ku wê demê di Girtîgeha Amedê de bû Mehmet Şîrîn Tûnç, berxwedana ku wan li dijî pêkanîna tektîpî dabû destpêkirin bi bîr xist û got ku, di vê berxwedanê de 5 hevalên wan şehîd bûne û wiha domand: "Derî aqilan e ku di sala 2017'an de dixwazin heman tiştî bisepînin. Wê demê me ev pêkanîn qebûl nekirin, lê hele îro mirov qet û qet qebûl nakin. Wê demê sirf ji ber kincên tektîpî em dernediketin dadgehan, dema me bi zorê dibirin dadgehan jî me yên li ser xwe diqetandin. Ewil li Amedê xwestin li hin hevalên ku ji bo hevdîtina bi malbatê re birin bikin. Lê belê hevalan kincên li ser xwe qetandin û bi cilên bin vegeriyan qawîşê." Wê demê hin şoreşger bi cilên bin derketin pêşberî dadgehê û ev yek di wêneyên wê demê de xwe dabû der. Rahmî Yildirim ku ji ber doza TKHP/C 3. Yolê girtîbû û wê demê ji artêşê hatibû avêtin jî wiha got: ‘EM LI DIJÎ ZILMÊ TÊKOŞIYAN' “Îktîdara AKP'ê cêwiyê îktîdara darbeya 12'ê Îlonê ye, berdewama wê ye. Bi taybetî ez vê yekê dest nîşan dikim. Çawa welat bi rê ve dibin, dixwazin girtîgehan jî wisa bi rê ve bibin. Wê demê cûntaya 12'ê Îlonê ji bo binpêkirina rûmeta girtiyên siyasî, ji bo îslehkirina wan pêkanîna tektîpiyê li me ferz dikir. Em li Metrîsê girtî bûn. Ev sepandin ji qereqolê heta girtîgehê li me hat ferzkirin û îşkence li me hat kirin. Em li dijî vê têkoşiyan. Li girtîgehê em li dijî zilmê têkoşiyan û serketin bû nesîbê me. (wêne îşaret dike) Me di danişîna yekemîn de kincên tektîpî qetandin. Îro dubare wê xistine rojevê. Ev li dijî mafê mirovan e. Nikarin girtî û hikûmxwarin li girtîgehan tabiî pêkanînên ekstra bikin. Berdevkên leşkerî û siyasî yên AKP'ê ji vê yekê berpirsiyar in. Heta ku hesabê vê yekê neyê dayîn, ne tiştekî rewa ye ku tektîpiyê bînin rojevê. Ji kîjan dozê dibe bila be, girtî û hikumxwar mirov in. Sûcê wan çi dibe bila be, ev wisa ye. Nikarin mueyîdeyekî derî peymanên navnetewî li wan ferz bikin. " ‘DYA ÇI BIKE TIRKIYE JÎ WÊ DISEPÎNE' Yildirim, diyar kir ku Gûatanamo referans hatiye wergirtin, ew bi vê neheyirîne û wiha got: "AKP îktdara projeyekê ye. Divê ev wek taşerona BOP'ê bê şîrovekirin. Ev projeya DYA'yê ye. Dema AKP di sala 2002'yan de bû îktîdar, hewl da bibe hevserokê BOP'ê. DYA çi ji van tiştan fêm bike, Tirkiye jî wê wek binhêzeke emperyal disepîne." Kenan Kirkaya - dihaber