Îşkenceya li girtîgehên Çukurovayê zêde bû 2017-07-18 09:22:13 EDENE – Piştî OHAL’ê şûn ve li herema Çukurovayê li girtîgehan binpêkirina mafan derket asta herî jor. Rojname, name, kovar, pirtûk û gelek tiştên din li girtiyan asteng dikin û her roja ku diçe îşkence, gef, zext û êrîş jî li ser girtiyan zêde dibin. Piştî îlankirina OHAL’ê ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de li girtîgehên bajarên heremê û yên bajarê Tirkiyê binpêkirina mafan tişta ku herî bêtir derket pêş. OHAL’ê rê li ber gelek binpêkirina mafê girtiyan vekir. Li girtîgehên herema Çukurovayê Li Gîrtîgeha Tîfa F a Kurkçuler, Gîrtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye, Gîrtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê, Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa L a Alanya, Girtîgeha Tîpa L a Antalya, Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûn, Girtîgeha Tîpa M a Hatayê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan û li Girtîgeha Jinan Tîpa T a Tarsûsê binpêkirina mafan û hemû cûreyên îşkenceyê derketin asta herî jor. Balkêşe ku piştî OHAL’ê rêgezên mafên mirovan a li hem makezagona Tirkiyê û hem jî peymanên mafê mirovan ên navnetewî ji holê hatine rakirin. 'PÊKANÎNA EWIL LI KURKÇULERÊ DEST PÊ KIR’ Piştî OHAL’ê pêkanîna îşkenceyê û muameleya xerab ewil li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê bi pêkanîna “Li nav hev bixe û li hev bîne” girtiyên ji doza PKK, FETO û DAIŞ’ê ku li heman korîdaran hiştin dest pê kir. Rêveberiya girtîgehê girtiyên PKK’yî û DAIŞ’ê bi hev re derdixe hevdîtinê û rê li ber provokasyonek mezin vedike. ZAROKAN JÎ PARA XWE JI OHAL’Ê GIRT Piştî pêla girtinê dest pê kir ji Girtîgeha Tîpa E ya Kurkuçulera Edeneyê gelek zarok sirgunî Girtîgeha Zarokan a Sîncana Enqereyê hatin kirin. 3 zarokên girtî li hember binpêkirina mafan derketin û bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku gelek zarok jî sirgûnî Girtîgeha Yayladagi kirine. GIRTIYÊN BIRÎNDAR RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN 24 girtiyên birîndar ên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê birin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dermankirina wan pêk nehat û îşkenceya li ser îşkenceyê li wan hat kirin. Girtiyên li vê girtîgehê ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û pişt re çalakiya xwe bi dawî kirin hemû mafên wan ên tenduristiyê hatin astengkirin û nehatin dermankirin. ÊRÎŞÊN LI SER JINAN ZÊDE BÛN Girtiyan ragihand ku jinên ku sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Sergirtî ya Jinan a Tersusê hatin kirin, êrîş, derp û îşkenceya li ser wan zêde bûye. Li girtîgehê germa ku nêzî 50 pileyane avê nadin girtiyan û girtiyan ceza dikin. Piştî OHAL’ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Çukurova derketin pêş wiha ne: *Dermankirina girtiyên nexweş dereng tê kirin, an jî qet nayê kirin. Bi giştî dermankirina bi kelepçe tê ferz kirin. * Li girtiyan lêgerîna tazî tê ferz kirin. *Li gorî kapasîteya heyî, ji ber ku hêjmar zêdeye, gelek girtî yan li erdê, yan jî bi dorveger radikevin. * Asteng kirina nameyan û bersiv ne dayîna daxwaznameyan zêde bûye. * Pêkûteyên keyfî yên dîsîplînê weke amûreke ceza kirinê tên bikaranîn. Bi cezayên disîplîn ên ragihandin û hevdîtinan, dixwazin têkiliya girtiyan bi derve re qût bikin. *Di bin navê lêgerîna odeyan de amûrên girtiyan belav dikin û ji bo neyên bikaranîn diherimîn in. Ên ku li dijî vê yekê derdikevin jî tên derp kirin. * Li gorî pêdiviyan av nayê dayîn, ev jî dibe sedema nexweşiyên cuda. *Hevdîtina parêzeran dibin çavdêriya gardiyanan û qeyît kirina kamerayan de pêk tê. *Girtî ji mafê werzîş, pirtûkxanê, sohbet kirinê û civakî bê par tên hiştin. * Rojname, pirtûk û kovar an nayên dayîn an jî tên asteng kirin. * Wek pêkanîna 12’ê Îlonê, car din jimartina ser lingan a leşkerî tê ferz kirin. *Mafê hevdîtina vekirî di du mehan carekê de pêk tê û saeta hevdîtinê daxistine 30 deqîqeyan. *Pêdiviyên girtiyan ên esasî nayên dayîn.