Foza Yusiv: Felsefeya azadiyê em anîn îro 2017-07-18 11:34:07 QAMIŞLO - Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yusiv, bi minasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, 5 salên borî nirxand. Yusiv, diyar kir ku gelê Rojava bi felsefeya azadiyê xwe perwerde kir û di saya têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şoreş ava kir. Yusiv, anî ziman ku felsefeya kurdê azad rê li pêşiya xwe birêve birin û parastina cewherî vekir û heya roja îro xwe li dijî êrîşan parast. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yusiv, bi minasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, têkoşîna Rojava ya 5 salên borî nirxand. Yusiv der barê geşadên nava 5 salan de, ji dihaberê re axivî. Yusiv, anî ziman ku gelê Rojava bi felsefeya azadî û têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocana xwe perwerdê û bi rêxistin kir û pêş xist. Yusiv pirsên der barê Rojava, yên dîhaberê wiha bersivand: *Beriya şoreş dest pê bike çi hat kirin rewşa gel li Rojava çawa bû, amadekariyek çawa hebû ku we dest bi avakirina kantonan kir? Ez karim bêjim ku civaka Rojavayê Kurdistanê bi taybet piştî peymana Adna ya ku di navbera Sûriye û Tirkiyê de çêbûn bi şertê taybet û qirêj re rû bi rû ma. Di warê civakî, siyasî, çand û exlaqî de bi awayekî taybet xwestin ku civaka me bixîn. Rêjîma Sûriyeyê kesên pêşeng, welatparêz û zane yên civaka me digirtin, winda dikirin û bi vî awayî dixwestin vîna gelê me bişikîn in. Di nava ciwanan de madeyên hişbir û hemû nêzîkatiyên bê ehleqî belav dikirin. Ji bo civaka kurd esîr bigirtin hemû rêbazên qirêj hatin meşandin. Lê ev nayê wateya ku civaka me teslîm bû, civaka me bi her awahî li berxwe da û hewlda ku nirxên xwe biparêz in. Mirov dikare bêje bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re, civaka me firseta ku xwe ji nû de avabike bi dest xist. Di demek kin de saziyên xwe avakir û xwedî li xwe derket. Gelê me ku bi sed salan ji sazîbûna xwe ya xweser mehrûm mabû, derfetên xwe birêvebirnê baş pêk anîn û dest bi avakirina rêvebiriyên xwecihî kir. Di karim bejim, şoreşa mezin ew bû ku di serî de kurd û hemû pêkahateyên herêmê pir bilez sazîbûnên xwe avakirin û nehiştin ku heremên Rojavayê Kurdistanê bibe qada talan û diziyê. Ev jî derdixe holê ku civakek rêxistinkirî dikare dinava derfetên herî xerab de jî hebûn û nasnama xwe biparêze û şoreşê ava bike. *Li Rojava saziya yekemîn di encama kîjan felesefê û ferasetê de avabûn, ji bo bê rûnişkandin xwe spart çi? Gelê Rojava demeke dirêj bi felsefeya azadiyê hat perwerde kirin. Têkoşîna Rêber Apo û feraseta wî ya ku xwe dispêre ehlaqê azad, hişt ku gelê me pir zû bersîvê bide avakirina şoreşgerê. Tevî hemû rêbazên şerê taybet ê ku hatin meşandin jî, lê ruhê xwebûn û azadiyê di gelê me de têknebir. Felsefeya kurdê azad û bi hêza xwebawer, hişt ku Rojava li hember hemû êrîşan li ber xwe bide û sazîbûna xwe ava bike. * Ji bo lingên wê yên siyasî, leşkerî û civakî bên avakirin çi hat kirin, ev ling niha di astek çawan de ye, ferqa di navbera wê demê û niha de çiye? Kedeke bê sînor hat dayîn. Ji bo lingên bingehîn ên avakirina şoreşê, rola perwerdekirinê pir mezin bû. Akademiyên siyasî, leşkerî û civakî hişt ku di nava civaka me de pêşengên mezin derbikevin. Bi demê re bi xwebawerî pêşket û tirsa heyî hat derbas kirin. Qehremanên pêşengên ên mîna Serhad û Lewend gelek ciwanên din hişt ku vejînek nû dinava gelê me de çêbibe. Dê ne şaş be ku mirov bêje di civaka me de lêgereke nû dest pê kir û roj bi roj armanc û pîvanên jiyanê hatin guhertin. Bêguman ferqek mezin di navbera dema borî û niha de heye. Civaka bindest li hemberî xwe bêbaweriyeke mezin dijî û tim dinava tirsê deye. Lê mirov dikare bêje bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re civakeke bi xwe bawer , ciwanên ji xwe bawer hat pêşxisitn. Ev pir girîng e. Azadî dihêle ku mirov bi her awayî were guhertin. Berî pergaleke zilmê hebû. Lê niha hemû kes dizane ku ev pergal a me ye û divê em lê xwedî derkevin. Berê tiştekî me nebû, em li gel dewletê xizmetkarbûn. Lê niha bixwe biryara xwe didin. Xwe birêve dibin. Êdî kurdê Rojavayê Kurdistanê bi xwe bawere û xwebûn pêş dikeve. Ya girîng jî ev e. Ev ji bo civakê mijareke jê nevegere û ber bi azadiyê ve gav avêtin e. * Niha Şoreşa Rojava di aliyê leşkerî de gelek pêş ket, hêza leşkerî YPG, Asayîş, Erka Xwe Parastinê û Hêzên Parastina Civakî di kijan astî de ye? Bi taybet Artêşa Jinan YPJ ku li dijî dijminê mirovatiyê şer dike, rola wê çiye? Xwe parastin ji bo civakê ji nan û avê ferztire. Civaka bêparastin, mehkûmê hemû awayên komkujiya ne. Gelê me pir baş vê yekê dizan e. Lewma pêşxistina hêza xwe parastinê bi hemû awayî yek ji şîfreyên bingehîn ên serkeftina Şoreşa Rojava ye. Ger ev hêz nehatibana avakirin, dê rewşa me ya niha Şengalê bûya. Pirî kesan digotin "Ev çiye, pêwîstî bi hêza çekdarî nîne, pêngava avakirina YPG'ê şaş e." Lê di wê demê de li welatekê mîna Sûriyeyê xwe bê parastin hiştin mirin bû. Îro jî hemû kes li xwe mukur tên. Dema hêza parastina jin jî avabû, dîsan hin hêzan digotin “Ev ji ku derket.” Lê jinên kurd bi têkoşîn û şerê xwe yê li djî hêzên paşverû cîhan hejandin. Mirov dikar bêje hebûna YPJ û berxwedana wê yek ji bûyerên herî girîng ên sedsal 21'an bû. Dema ku şoreşa jin bû şoreşa civakî û derbasî hemû qadên jiyanê bû, rê li pêşiya ronesansa civakî vekir. Jin berê di siya mêr debûn, lê niha jin bûne xwedî vîn û pêşengtiyê dikin. Ji bo jin û zilaman ev gohertineke bê sînor e. Êdî zilam nikare jinê weke berê belengaz û bêçare bibîne. Neçare ku li gorî veguhertinên şoreşê kesayeta xwe biguherîne. Ev jî rê li ber demokratbûyîna civakê vedike. Civaka me demokrat û azadîxwaz dibe. Civaka me berê bi baskên seqet difiriya. Lewma jî herdem lawaz bû. Lê niha bi herdu baskan difir. Ev jî sir û şîfreya serkeftina Şoreşa Rojava ye. *Destpêka şoreşê bi kanton, piştre rêvebiriya xweser û dure MSD û li ser van bingehan pergala fedrasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê hat avakirin, ev hemû ji bo gelek herêmên ku li cîhanê pirsgirêk heye bûye mînakek ev li ser kîjan pêdiviyan derket holê? Ji niha û pêde ji bo pêşketina vana dê çi bên kirin û dê xwe bispêre çi? Em şer û avakirinê bi hevre bêşdixin. Ev jî me bi hêz dike. Demên şoreşê wihane, ger tu bilez xwe avanekî, piştre gelek zehmet dibe. Li gorî pêdiviyan xwe sazkirin gelek girîng e. Her wiha gava îlankirina federasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê pêdiviyeke jiyaniye. Welatekî mîna Sûriyeyê ancex bi pergaleke demokratîk karibe hebûn û yekîtiya xwe biparêze. Ji be vê yekê pergala federasyona demokratîk yekane rêya çareseriyê ye. Hemû çareseriyên ku xwe dispêrin nejatperestiyê, mezhebperestî û zayindpers dê Sûriyeyê ber bi parçebûn û felaketê ve bibin. Bi vê rastiyê ve girêdayî, kî dixwaze Sûriyeyê ji vê jêrzemînê rizgar bibe divê li vê projeyê xwedî derbikeve. Me ji heremên xwe dest bi çareseriyê kir, û heta niha encamên derketine, dost û dijminê me li xwe mukurtên ku tevî hemû zor û zehmetiyan gavên serkeftîne. Bi avakirina federasyona bakurê Sûriyeyê, em ê vê ezmûna çar salan derbasî konaxeke nû bikin û ev yek ne tenê ji bo hermên me , ji bo hemû Sûriyeyê dê bibe mînaka çareseriya hemdem. Em ê didemeke kin de meclisa damezrîner kombikin û zagona hilbijartinan nîqaş bikin û dest bi pêvajoya hilbijartinan bikin. * Ji bo ev proje têk biçe ji gelek aliyan ve êrîş çêbûn, hûn vê ya çawa dinirxînin û ji niha û pêde hûnê çawan bersiv bidin êrîşan ? Raste êrîş çêdibin. Sedema wê jî ji ber em xwedî projene û xwedî armancin. Ev projên me jî hin hêz ji bo xwe weke tehdîd dibîn in. Ji ber naxwazin ku kurd, ereb, suryanî, tirkmen û hwd. li gel hev bi aramî bijîn. Ew bi şer, dixwazin dinava me de agir sor bikin. Lê belê hemû hêzên ku heta niha dijbertiya me kirin, ew lawazbûn û têkçûn. Bêguman ev yek ne hesibandin, lê êdî gelan biryara jiyanek hevpar daye û ev dek û dolab weke berê encam negirtin. Yek ji destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ew bû ku gelên Bakurê Sûriyeyê kire yek û li hemberî dijmanan di yek çepera de şer kiriye. Ev jî dijminên gelan dîn û har kirin. Me heta niha bi avakirina pergaleke nû, bi pêşxistina jiyaneke nû û bi afirandina çandeke nû bersîv da. Her wiha vînek mezin di Kobanê de derket holê. Îro hêza azadiya gelan şerekî mezin li hemberî paytexta hovîtiya DAIŞ'ê dike. Çawa heta niha me di warê siyasî, civakî û leşkerî de serkeftinên mezin bidestxistin. Em ê ji niha û şûn de jî bi israr û biryarekî mezin roj bi roj gav ber bi Sûriyeke demokratîk û federal de bavêjin. Di dawî de ez dixwazim bêjim ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê encama têkoşîna bi hezaran lehengan bû. Şehîdan xwe kirin pir, ta ku gelê me derbasî jiyanek birûmet bibe. Em jî weke şopdarên wan bi cesaret û ruhê azadiyê ku me ji wan girtiye dê vê têkoşînê mezin bikin, xurt bikin û bi serkeftina mezin tacîdar bikin. Erdogan Altan - dihaber