Girtiyên nexweş bi hinceta OHAL’ê derman nakin 2017-07-18 12:25:15 WAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên nexweş bi hincetên “Leşkerên erkdar tune ye”, “OHAL heye sebir bikin” sewqî nexweşxanê nayên kirin. Girtiyên nexweş ên Girtigeha Tîpa T a Wanê, serlêdanên wan ên ji bo biçin nexweşxanê bi hincêntên “Leşkerên erkdar tune ye”, “OHAL heye sebir bikin” nayên qebûl kirin. 20 girtiyên nexweşîna giran ên li girtîgehê dimînin, daxaznameyên wan ên ji bo biçin doktur, bê bersiv mane. Agît Becer ê nexweşiya Hepatît B ketî ku 6 mehan carekê divê diçe kontrolê, ji Mijdara 2016’an ve hemû daxwaznameyên wî bi hincetên “Leşkerên erkdar tune ye”, “OHAL heye sebir bikin” nehatin qebûl kirin. Becer diyar kir ku rapora wî ya nexweşiya Hepatît B heye û wiha got: “Ji ber nayêm dermankirin, her roja derbas dibe, rewşa min xerabtir dibe. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweşînên giran, di sînorê mirinê dene. Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê li raya giştî dikim.” DIBE KU FELÇ BIBE Mîkaîl Kaya jî yê nexweşiya MS (MultipleSclerosis), her roja ku derbas dibe rewşa wî xirabtir dibe. Kaya da zanîn ku di li ser mejiyê wî xalên reş (tablet) heye û wiha got: “Ji ber vê krîz (atak) derbas dikim. Ev dibe ku bibe sedema felçê derbas bikim û kor bibim. Li derve her dem di bin kontrolê de bûm. Her bijîşk vê nêxweşiya min fam nake. Bijîşk û hemşîrên perwerdewa taybet dîtîn jî pir kêmin. Li gel kontrolan, bi rêya telefonê têkiyên min bi doktor û hemşîreyan re hebûn. Lê girtîgeh min nabe nexweşxanê. Piştî bi mehan min dibin bijîşk ew jî min nîşanê bijîşkên ku nexweşiya min fam nakin didin. Ji ber vê vale diçim bijişk û têm. Li vir her roja derbas dibe, nexweşiya min girantir dibe. Şertên girtîgehê ji bo dermankirina min ne guncawin.” ‘MA DIVÊ EM BIMIRIN?’ Girtiyên nexweş Ensarî Bor di 13 saliya xwe de qeza derbas kir û destê wî ji ser milê hat jêkirin. Bor anî ziman ku berî du salan ew ji ber nexweşiya gurcîka çepê hat emeliyat kirin û wiha axivî: “Bijîşkan got ku Kezeba min a spî îflas kiriye. Li ser gucîska min jî kevir heye û sanciyên pir xirab min digirin. Bi zorê bêhnê distîmin. Ji bo em ji vir derbikevin, ma divê me bimirin? Ez bang li raya giştî dikim ku denge me bibihîsin. Em li vir bi mirinekê bi îşkencê re rû bi rû ne. Bi vê êşek mezin bi malbatên me didin jiyîn. “ Selman Keleş / Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Wanê – dihaber