Girtiyên MKP’ê dest bi greva birçîbûnê dikin 2017-07-18 13:58:40 STENBOL – Girtiyên MKP’yî ragihandin ku dê di 20’ê tîrmehê de ji bo piştgiriya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin. Girtiyên Partiya Maoîst Komunîst (MKP) bi nameyekê ragihandin bi boneya piştgiriya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û balê bikişînin ser bêhiqûqiya li Tirkiyê deqewime dê li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bidin dest pê kirin. ‘LI DIJÎ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ ÊRÎŞ DIDOMIN’ Nameya girtiyên MKP’ê wiha ye: “Têkoşîna çînê ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê her ku diçe xurtir û mezin dibe. Desthilatdariya AKP û Erdogan hemû dînamêkn civakî yên pêşketî û şoreşgerên Tirkiyê kiriye hedef û bi pêkanînên mîna KHK û OHAL’ê şerek paşverû daye dest pê kirin. AKP û Erdogan bi OHAL û KHK’iyan dixwaze êrîşên xwe rewa bike. Li dijî vîna netewa demokratîk a kurd dest bi êrîşan kiriye û ji hevşaredaran bigire heta şaredariya û hemû civaka kurd û gelên Tirkiyê dîl girtiye û êrîş dibe ser. Di heman çarçoveya van êrîşan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlamenteran jî xistiye hedefa xwe û terorê li hember wan pêk tîne. Ji akademîsyenan bigire heta rojnamegeran ji derve bigire heta hûndirê gîrtîgehan êrîşên sîstematîk ên barbarî pêk tînin. Di heman demê de êrîş û îşkenceya li dijî girtiyên şoreşger û xwedî vîn jî berdewam dike.” ‘EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’ Mafê herî rewa û mirovî yên girtiyan tên desteserkirin û bi awayekî kêfî li hember girtiyan tevdigerin. Divê hemû kes tevlî karwanê têkoşîna li dijî pergala faşîst bibe. Em wek girtiyên MKP’ê şerê topyekûn ê desthilatdariya AKP’ê û Erdogan protesto dikin. Ji bo daxwaza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça bên qebûlkirin, OHAL û KHK bên rakirin, tecrit, îşkence û pêkanînên kêfî li girtîgehan bi dawî bibin em jî li cem têkoşîna gelê xwe cih digirin. Em ê li hember van hemû pêkanînan di 20’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.”