Gerînendeyên nobedar ên Ozgur Gundemê hatin darizandin 2017-07-18 14:03:43 STENBOL - Rûniştina doza gerînendeyên nobedar ên Rojnameya Ozgur Gundem Can Dundar û Veysi Altay li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Doz dîsa taloq kirin. Rûniştina doza gerînendeyên nobedar ên Rojnameya Ozgur Gundem Can Dundar û Veysi Altay, ku bi armanca piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê nobet girtibûn li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de tenê parêzer amade bûn. Rojnameger Altay û Dundar amade nebûn. Parêzeran parastin kir. Pişti parastinê heyetê doz taloqî 26'ê Kanûnê kir.