Di çalakiyê de 3 jin binçav kirin 2017-07-18 15:10:20 ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a Kolana Yukselê di roja 252'yan de dewam kir. Komê xwest daxuyaniyê bide, polîsan êrîşê wan kir û 3 jin binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 132 roj in berdewam dike. Çalakiya kedkarên ji kar hatin avêtin, ji bo li karê xwe vegerin û piştgiriyê didin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça, li Kolana Yukselê di roja 252'yan de ye. Gulnaz Bozkur û 2 jinên berxwedêr ên ji Abbasaga jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê ku di bin dorpêça polîsan de ye, daxuyanî bidin, li Kolana Konurê civiyan. '3 JIN BIN ÇAVAN KIRIN' Çalakvanan pankarta "Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 132'yan de ye, bila Nuriye û Semîh vegerin kare xwe" vekirin û dirûşmên "Em kedkarin, mafdarin û dê serbikevin" berz kirin. Polîsên ku rêya ji Kolana Yukselê diçû Kolana Konurê, ji hatin û çûyînê re girtin, berî çalakvan dest bi daxuyaniyê bikin, polîsan êrîşê wan kir û Gulnaz Bozkurt, Cemîle Karakaş û Fatma a ku paşnavê wê nehat zanîn, bi derq kirinê hatin biçavkirin. Polîsan welatiyên li kolanê bi çepik û berzkirina dirûşman, piştgirî dan çalakvanan. Rojnamegerên ku xwestin dîmenên jinên hatin binçav kirin bigrin jî para xwe ji êrîşa polîsan girt û bi gotina "Gengaşî dernexin, hûn nikarin li vê derê dimenan bikişînin" ew ji kolanê dur xistin.