5 xebatkarên Malên Perwerdehiyê derxistin edliyê 2017-07-18 15:34:35 AMED – Ji 11 xebatkerên Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên hatin binçavkirin jê 5 kes derxistin edliyê. Di çarçoveya lêpirsîna 2014’an a li dijî Malên Piştgiriya Perwerdehiyê di 14’ê tîrmehê de 11 xebatkar hatibûn binçavkirin. Ji van xebatkaran Avaşîn Kuçukbîltekîn, Fatma Şik, Beyaz Kaya, Nadîre Karakoyun û Berfîn Aydogan piştî îfadeyên li Midûriyetê derxistin Edliya Amedê. Zarokên 6 mehî Berfîn Aydogan û zaroka 3.5 salî Nadîre Karakoyun ji bo mêjandinê her roj wan dianîn midûriyeta polîsan. Hat diyarkirin ku di derbarê 16 kesê din de jî biryara girtinê heye û biryara nepen danîne ser dosyeyan. Alî Riza Akdenîz, Alî Riza Ozkal, Mehmet Alî Altunkaynak, Metîn Emîn Altınkaynak, Metîn Ablay, Musa Ayman û Mustafa Balîn ên di binçavan de jî kengî ji midûriyeta polisan sewqî edliyeyê bikin ne deyar e.