Komkujiya Pirsûsê çawa lêpirsîn kirin! 2017-07-18 16:13:48 RIHA – Berî 2 salan li Pirsûsê 33 ciwan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, Abdullh Omer Arslan dema bi motorsîkletê li herêmê wêne dikişand, welatiyan ew zevt kiribû, îfadeya wî ya li gel polîsan derket holê. Ne al û ne jî pirtûka erebî ya ji çenteyê Arslan derket û ne jî wêneyên ku wî kişandî ji wî hatin pirsîn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di teqînê de 33 ciwan bi hovane hatin qetilkirin, Abdullah Omer Arslan bi matorsîkleta plaqeya wê 59 HC 280 li herêmê wêne dikişand û welatiyan ew zevt kirin, hat gotin ku îfadeka vî kesê ku ji çenteyê wî aleke reş a nivîsa erebî li ser hatî dîtin, derketiye holê Polîsan piştî ev kes ji destê welatiyan derxist, piştî 2 salan îfadeya wî jî derketiye holê, di sala 1994'an de li Konyayê ji dayik bûye, di çemteuê Abdullah Omer Arslan ê melayê gundê Gurkuyu ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ye û di çenteyê wî de jî aleke reş hatiye dîtin û tu kesî ev lêpirsîn nekiriye. Polîs piştî Arslan ji destê welatiyan derdixe, wî dibin Miduryeta Polîsn a Pirsûsê, di demeke muftiyê Rihayê wî dişîne navçeya Gulbaşî ya Enqereyê, careke din venegeriyaye gundê ku lê melatî kiriye, li gorî îfdeya Arslan, ew ji bo gerê hatiye Pirsûsê. Ji Arslan nehatiye pirsîn ku ew ji bo çi hatiye Pirsûsê û wêneyên ku kişandiye jî ji wî nehatiye pirsîn. Îfadeya Arslan a li miduryeta polîsan wiha ye: "Di 20/07/2015'an de saet di 16.30'an de ez bi matora xwe ya bi plaqeya 59 HC 280, li Xelfetiyê ketim rê û li ser rêyên gundan min bêhna xwe stand û ez hatin navçeya Pirsûsê. Dema ez hatin Pirsûsê der barê teqînê de tu agahiya min tune bû. Dema ez hatin Pirsûsê min bihîst ku li ber Navend Çandê ya Amarayê tevgerek qelebalix heye û min navê vê derê cara ewil bihîstibû. Min meraq kir û ez li ber navenda çandê rawestiyam û çi dibe min xwest ez fêm bikim. Pişt re min dît ku li cihê bûyerê teqînek pêk hatiye û bi meraqî min telefona xwe derxist û min wêne kişand. Dema min wêne dikişand, 4-5 kesên li herêmê hatin gel min. Wan kesan pirsa min kir û gotin tu kî yî. Pişt re li min dan û ez teslîmê asayîşa miduryetê kirim. Ez çima hatim derb kirin ez nizanim. Sedemeke taybet a kişandina wêneyan jî tune. Min tenê meraq kir û kişand. Der barê derbkirinê de min giliyê tu kesî jî nekir." Piştî îfadeyê Arslan demil dest Rihayê diterkîne û careke din venagere.