Hevjîna Cîgirê Waliyê Amedê jî ji 'Endamtiya FETO'yê hat girtin 2017-07-18 21:06:00 AMED - Neslîhan Gokdemîr, hevjîna Cîgirê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr ku duh di çarçoveya lêpirsîna "‘FETO"yê de hatibû girtin, jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat girtin. Neslîhan Gokdemîr, hevjîna Cîgirê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr ku duh di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de hatibû girtin, jî îro piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Gokdemîrê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Dadwer bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtina Neslîhan Gokdemîrê da.