Li dijî qereqola leşkeri êrîşa bombeyi 2016-12-10 00:40:03 AMED – Li gundê Teknebaşı yê Hezroya Amedê hat diyarkirin ku li dijî Qereqola Leşkerî êrîşa bi bombeyi pêk hatiye. Li gorî agahiyên herêmî hat diyarkirin ku saet li dora 23:50’î li gundê Teknebaşı yê navçeya Hezro ya Amedê li dijî qereqola leşkeri êrîşa bombeyi pêk hat. Hat diyarkirin ku denge teqînê li navçeyên Farqîn, Hezro, Bismil û Êlihê jî hatiye bihîstin. Hat diyar kirin ku ji ber hêza teqînê li Farqînê jî camê hin malan şikestin. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.