Zara: Her kêliyê 15 rojên di bin çavan de îşkence bû 2017-07-19 09:09:27 ÎZMÎR - Zara Koç, li gel janên ducaniyê 15 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Zara ku ligel janên ducaniyê di bin çavan de ma wiha got: "Janên min hebûn, lê diviya min li ber xwe bidana. Her kêliyek 15 rojên bin çavan îşkenceya herî giran bû." Zara Koç a 9 meh ducanî bû û nexweşîna wê ya dil hebûn, di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştî 15 rojên di bin çavan de hat berdan. Di dema binçavkirinê de sandalye jî nedan Koç û bi awayekî rêk û pêk nehat tedawîkirin. ‘ÊJ Û JANÊN MIN HEBÛN, LÊ DIVIYA KU LI BER XWE BIDIM' Koç, diyar kir ku sibeha 3'yê Tîrmehê saet li dor 05.00'an bi ser mala wan de hatiye girtin. Koç, diyar ku mala wê hatiye belawelakirin û jê re negotine ku ji bo çi wê bin çav dikin. Koç, anî ziman ku di dema binçavkirinê de wê demên zor û zehmet derbas kiriye û wiha axivî: "Dema binçavkirinê ji bo min qet nebaş bû. Ji malbata xwe, ji zarokên xwe dûr ketibûm. Çimkî azadiya min û her tiştê min hatibû desteserkirin. Di dema binçavkirinê de tim qala mala me dikirin. Tim hevjînê min Bekir ji min diprisîn. Nedigotin ji bo çi wan ew girtiye. Lê di dema binçavkirinê de carinan ji bo kontrolên rûtin min dibirin nexweşxaneyê. Jixwe min nedixwest ew tim min bibin ser bijîşk. Min sebr kir ku ez ê biçim. Çimkî li emniyetê digotin yên nexweşîneke wan a cidî tune be ew ê wan nebin nexwexaneyê. Ji bo min zehmet bû, lê min xwe ragirt. Fikirîm ku divê ez li ber xwe bidim." Koç, diyar kir ku dema ew di bin çavan de bûye hîn bûye ku der barê wê de nûçe hatine çêkirin û piştî nûçeyan zext û zoriyên polîsan kêm bûne û hindik be jî rihet bûye. Koç wiha axivî: "Digotin 'Ma em îşkenceyê li te dikin' û bi ser min de dihatin. Min jî ji wan re digot 'helbet we bi awayekî fizîkî îşkence li min nekiriye, lê bi desteserkirinê hûn îşkenceya herî mezin li min dikin. We azadiya min sînordar kiriye.' Paşê destûr dan ku em hayê malbata xwe pê bixin." ‘DIXWESTIN DI BIN ÇAVAN DE BIWELIDÎNIM' Koç, diyar kir ku rojê 3 an jî 4 caran ew lêpirsîn dikirin. Koç, anî ziman ku her çi qas ew ducanî bû jî, lê ne xema polîsan bû û wiha domand: "Tişta min dixwest ew bû ku ez li nezaretxaneyê newelidînim. Bi ya wan bûna, heke pitik li wir çêbûna dê qet ne xema wan bûna. Ji xwe wan jî tiştekî wisa dixwest. Ez qet ji ser hişê xwe neçûm. Min êş dikişand, lê min nedida der. Min qet negot sancûyên min jî hene. Heke min bigotana jî dê tiştek neguheriyana. Li gelek cihan bê sandalya hatim sekinandin. Carinan sancûyên min pê digirtin. Li wir dema sancûyên min hebûnan tiştek nedigotin. Bi tu awayî şideteke fizîkî li min nekirin, lê şideta derûnî hebû." ‘HER KÊLIYEK WÊ ÎŞKENCE BÛ' Koç, diyar kir ku 15 rojan di bin çavan de maye, lê her kêliyek îşkence bû. Koç, anî ziman ku heta ku wê nebiribûn edliyeyê jî wê nizanibû ji ber çi tê tawanbarkirin û wiha domand: "Roja ku me birin edliyeyê, em heta derengê şevê hatin sekinandin. Ji ber vê em zaf westiyan. Lê ne xema wan bû. Lê dema dîtin ku tiştek tune ye berdan. Derengê êvarî hatim malê. Her kêliyek wê îşkence bû. Ne rojek tam 15 rojan." ‘HAYÊ ME JI BEKIR TUNE YE' Koç, diyar kir ku hindik maye ew biwelidîne. Koç, anî ziman ku piştî ew hatiye berdan dosyeya hevjînê wê ji ya wê hatiye veqetandin û ew ji ber lêpirsîneke li Mêrdînê hatiye binçavkirin. Koç, diyar kir ku ew agahiyan ji hevjînê xwe wernagire û wiha axivî: "Hayê me ji Bekir tune ye. Em nizanin rewşa wî çi ye. Em nizanin ka çi dike. Tim ji me re digotin 'me we ji ber Bekir girtiye'. Lê em nizanin ka Bekir ji ber çi hatiye girtin. Hayê min ji Bekir tune ye, nizanim li kuderê ye." Ruken Demir / Ahmet Kanbal - dihaber