Kedkarên Êlihê: Desthilatdaran OHAL kir firsend 2017-07-19 09:12:25 ÊLIH – Kedkarên tenduristî û perwerdehiyê yên li Êlihê diyar kirin ku desthilatdaran hewldana darbeyê ji bo xwe veguherindiye firsendekê û bi îlankirina OHAL’ê bi awayekî zêde êrîşî muxalifan dike û îxrac dike. Bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re Rewşa Awarte (OHAL) salek li pey xwe hişt. Di serdema OHAL’ê de her cûre êrîş û pêkanînên çewisandinê pêk hatin. Di salekî OHAL’ê de bi sed hezaran kes hatin binçavkirin, îxrackirin û lêpirsîn li wan dan vekirin û hemû beşên civakê mexdûr kirin. Kedkarên SES û Egîtîm Senê yên Êlihê salekî OHAL’ê nirxandin. Hevserokê SES’ê yê Êlihê Denîz Topkan bibîr xist ku bi OHAL’ê re gelek endamên wan û kedkar hatin mexdûrkirin û wiha got: “OHAL li hember hemû aliyên muxalîf hat îlankirin. Ez OHAL’ê wek rejîma yek zilamî û bicihkirina faşîzmê binav dikim.” ‘DESTHILATDARÎ DEWLETÊ BI OHALÊ BIRÊVE DIBE’ Topkan destnîşan kir ku desthilatdariyê OHAL’ê bi boneya birêvebirina dewletê îlan kir û wiha domand: “Bi sed hezaran kedkar bi rêya KHK’iyan hatin îxrackirin. Bi KHK’iyan hemû mafê kedkaran hatin desteserkirin. Mîna li Tirkiyê ji 700 kesî zêdetir endamê SES’ê hatin îxrackirin. Di KHK’iya herî dawî de ez jî hatim îxrackirin. Li Êlihê 22 endamê SES’ê hatin îxrackirin. Ev kedkarên tên îxrackirin ên ku serî li hember AKP’ê netewandine. Desthilatdarî dixwaze hemû aliyên muxalîf bêdeng bike û her dever ji wan re bimîne. Desthilatdariya AKP’ê beriya salvegera 15’ê tîrmehê bi îlankirina KHK’a nû kedkaran xelat kir. Bi vê KHK’ê re bi hezaran mirov ji kar hatin derxistin. Desthilatdarî di salvegera OHAL’ê de jî dixwaze kesên xwedî fikrên cuda bitirsîne.” Topkan anî ziman ku hikûmet dixwaze carek din salên 1990’an zindî bike û ev tişt got: “Dema mirov li dîmenên salvegera 15’ê Tîrmehê dinêre bi hevkariya Tansû Çîler û Erdogan pêk hatin ev dîmen jî konsepta salên 90’an nîşanî kedkar û civakê dide.” ‘OHAL DARBEYA DUYEMÎN BÛ’ Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Êlihê Necatî Dadak jî piştî hewldana 15’ê Tîrmehê di 20’ê Tîrmehê de jî bi OHAL’ê darbeyek li hember civakê pêk hat û wiha pê de çû: “Bi vê konsept û pêvajoyê re pergala perwerdehiyê vegeriya 20 berî niha. Encamên salên bihûrî derketin holê. Destilatdariyê bi îlankirina KHK’iyan re li Êlihê pergala perwerdehiyê sero bin kir. Bi îxrackirina mamosteyan re gelek mamoste û xwendekarê wan mexdûr kirin.” ‘PERGALA ZILAMAN BICIH KIRIN’ Dadak da zanîn ku bi îlankirina OHAL’ê re li Êlihê 43 endam û kedkarên perwerdehiyê hatin îxrackirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi OHAL’ê re polîtîkaya zayendî jî li qada perwerdehiyê derket holê. Xwendekarê keçik ji perwerdehiyê dûr kir û perwerdehiyê wek bazarganiyê bikar tîne. Gelek hevalên me jin îxrac kirin û dixwazin bi zilaman pergela perwerdehiyê birêve bibin. Em vê yekê jî bi zêdebûna bûyerên îstîsmarên zayendî, tecawiz û tacizê re dibînin. Di vê serdemê de îstîsmara li hember zarokan deket asta herî jor. Hemû qadên civakî yên jinan hatin tunekirin. Ev yek jî nêrîna desthilatdariyê ya li hember zarokan û jinan derdixe holê.”