Li dijî KCD'ê operasyon: 11 kes hatin binçavkirin 2017-07-19 10:12:30 AMED – Li Amed, Edene û Enqerê li dijî bijîşk, kedkarên tenduristî û perwerdehiyê û parêzvanê mafê mirovan operasyon pêk hat. 4 ji wan bijîşk 11 kes hatin binçavkirin. Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) berdewam dike. Polîs û tîmên taybet li navçeyên navendî yên Amedê, li Edene û Enqereyê di saetên serê sibê de hemwext bi ser malên bijîşk, kedkarên tenduristî û perwerdehiyê, emdamên KCD û parêzvanê mafê mirovan ve girtin. Di serdegirtina malan de polîsan malan serobin kir. Piştî lêgerîna Serokên Odeya Tabîban a Amedê yên berê Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Şemsettin Koç û Dr. Necdet Îpekyuz, Seroka Şaxa SES’a Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik, Endama Dîwana Serokatiya KCD’ê Salîha Aydenîz, Endamên Komîsyona Tenduristiyê yên KCD’ê Zuhre Taş û Erdal Balsak, mamoste Sadrettîn Kaya û xebatkarê KCD Firat Tursun li Amedê hatin binçavkirin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ÎHD'ê Alî Riza Yurtsever li Enqereyê û Dr. Osman Dogan jî li Edenê hatin binçavkirin. Hat gotin ku dê Yurtsever û Dogan jê dê bînin Amedê. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe û operasyon di çarçoveya lêpirsîna li dijî KCD de pêk hatiye. Hat hînbûn ku Şemettîn Koç, Hulya Alokmen Uyanik û Sadrettîn Kaya bi rêya KHK’iyan hatibûn îxrackirin.