Şahid: Kocakaya înfaz kirin 2017-07-19 10:49:12 AMED - Rayedarên fermî yên dewletê diyar kirin ku Mehmet Şirin Kocakaya di şer de hatiye kuştin. Lê şahidê bûyerê Veysî Gokhan jî daxuyaniyên rayedaran derewand û anî ziman ku Şîrîn avêtin ber devê leşkeran û aşkere înfaz kirin. Şîrîn, da zanîn ku ew bi zorê xelas bû. Di navbera 20'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmeha 2016'an de li 39 gundên Lîcê û herêmê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di 30'ê Hezîranê de 34 kes di îşkenceyê re hatibûn derbas kirin. 15 kes hatibûn girtin û Mehmet Şîrîn Kocakaya bi îşkenceyê hatibû kuştin. Di 30'ê hezîranê de li çoltara Mehlê ya gundê Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê, bi tevlêbûna hezaran leşkeran operasyon hat destpêkirin, 34 welatiyên ku gelekê ji wan ji heman malbatê ne bi hincetên wekî mudaxaleyî agir kirine ji hêla leşkeran ve bi awayekî hovane hatin îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê welatiyê bi navê Mehmet Şirîn Kocakaya jiyana xwe ji dest da. Wekî her carê medyaya dewletê îdia kir ku Kocakaya "faîlê êrîşa bombeyî ye" û xwestin kuştinê rewa bidin nîşan. Kesên çûn cihê deng jê hat, qasî 300 metreyî jêr leşkeran dora malbata birayê Mehmet Şirîn Kocakaya, Erdal Kocakaya girtibû. Di wê navberê de Mehmet Şirîn ji baxê tiriyan hat, hat dirêjkirin û destên wî ji paşve hat kelepçekirin. Piştî tîmên taybet hatin herêmê di kêliyê de êrîşî welatiyan kirin. Bi qûndaxên çekan, bi kulm û pehnan ne zarok, ne jin û ne jî kal û pîr gotin her kes îşkence kirin. Bi taybetî serê mirovan hedef girtin. Mehmet Şirîn, birayê wî Erdal û xwişka wî Rojda dan ber pehnan. Kesên ku ketin navberê jî hatin îşkencekirin. Hemû welatî li erdê hatin dirêjkirin, Mehmet Şirîn qasî 300 metreyî birin û îşkence dewam kir. Zarîna Mehmet Şirîn heta ber malê dihat. Piştî asta îşkenceyê hat zêdekirin bira û xwişkên Koçakaya yên wekî Berfîn, Rojda û Erdal xwestin polîsan asteng bikin. Di vê navberê de polîsan xwişk û bira bi erdê re kaşkirin û bi awayekî hovane li wan da. Ji ber êrîşê parsûyên Rojda û Erdal şkestin. Piştî dozaja îşkenceyê zêde bû û hat asta mirinê, fermandarek ket navberê, welatî ji nava tîmên taybet derxist. Ji ber vê di navbera amîrê tîmên taybet û fermandarê leşkeran de gengeşî derket. Qasî saetekî şûn de maşîna zirxî hat û welatî li maşînê sîwar kir. Di maşînê de îşkence berdewam kir. Tenê di gunde bavê Mehmet Şirîn ê felcî û 3 zarok hiştin. Salek derbas bû lê hêj doz nehatiye bi encamkirin. Rayedar hewl didin ser kuştina Mehmet Şîrin Kocakaya veşêrin, lê şahid jî diyar dikin ku tîmên taybet ew bi îşkenceyê înfaz kirine. Her çend rayedaran wekî ku Mehmet Şîrîn Kocakaya di şer de hatiye kuştin nîşan dan jî şahidê bûyerê diyar kirin ku Şîrîn bi îşkenceyê hatiye înfazkirin. Şahidê bûyerê Veysi Gokhan, hemû serpêhatî û şahidiya xwe bi daxwaznameyekê ji parêzeran re şand. MALA ERDAL KOÇAKAYA DAN BER GULEYAN Gokhan, anî ziman ku dema dengê çekan ji nêzî mala Erdal Kocakaya dihat çûn mala xwe û wiha got: "Ji ber derketina derve qedexe bû em çûn malên xwe. Me serê sibê li malê taştê dikir. Em nikarîbûn derketina derve û me bi telefonê hev agahdar dikir. Saet li dora 09.00'an bû. Li nêzî mala Erdal Kocakaya dengê çekan hat. Tiştekî ne normal bû. Dengê qerîna zarokan bilind bû. Wê demê em ji malê derketin û ber bi mala Erdal de reviyan. Mala Erdal Kocakaya di nava gund de ye. Dema ez çûm cihê bûyerê mala Erdal dihat gulebarankirin. Gule li mala Erdal ketibûn û zarak ji tirsan digiriyan. Leşkeran dora mala Erdal dorpêç kirin. Gundî li dora mal kom bûn û zarok aş kirin. Leşker hatin ji nava tevan ez birim. Min çi got ez guhdar nekirim û ez birim. Fermandarekî 55 salî hat û got "Viya bigirin û bibin" Bi çepilê min girtin û ez birim nava rezên dervê gund. Min dît ku 15-20 leşker rawestiya bûn. Wekî ku em bidin mirîşkan ez avêtim nava koma leşkeran. Şîrîn Kocakaya jî bi heman şeklî anîn û avêtin nava komek leşker û tîmên taybet. Tîmên taybet li min û wî îşkence kir. Çêr ji mere kir. Ji bo gundî îşkenceya li me tê kirin nebînin ez û Şîrîn birin pişt erebê û îşkence li me kirin." Gokhan, anî ziman ku pişta wî dan tekerê maşînê û bi botan pêhn li serê wî dan. Gokhan, da zanîn ku hin leşkeran jî îşkenceya li wan dihat kirin bi telefonê qeyd dikirin û wiha got: "Her çend min got ez gundî me zarokên min hene jî dîsa îşkence lim in kirin. Leşkeran gotin 'Ji bo me ferk nake. Tivê hûn bi hêsanî neyên kuştin. Divê mirov zarokên we jî bikujin. Piştre fermandar hat. Got 'Destê vana li pişt wan kelepçe bikin.' Çek li serê min xist û serê min xwîn bû. Piştre Erdal Kocakaya anîn û dîsa îşkence li me kirin. Ji min re got 'Tu nexweşik e. Em dê te hinekî xweşik bikin ' û disa li min dan. Her derê min bû xwîn. Şîrîn Kocakaya jî li erdê dirêj bûbû. Qazaxê wî ji wî kirin û avêtin ser min. Gotin bi vî qazaxî xwîna serê xwe paqij bike. Piştre xwişka Şirin Kocakaya Rojhat Kocakaya anîn û bi tacîza zayendî ya li dijî wê gef li me xwarin. Dema Rojhat Kocakaya halême dît kir qêrîn. Şirin Kocakaya got 'Netirse tiştekî me tune ye' Rojhat 50 metre dûrî me xistin û hereketên nexweş lê kirin. Piştî me bertek nîşanî vê yekê da gotin 'Na em we bi rehetî nakujin.' û gef li me xwarin. Endamên POH'ê îşkence li min û Şîrîn kirin. 5 kesên endamên POH'ê yên mi min dan min ew nas dikirin. 2 roj berî bûyerê hatin gund û av ji me xwestin. Min li şûna avê kola dabû wan. Polîs nêzî min bûn û gotin em wî nas dikin. Ez 50 metre dûr xistim û tazî kirim. Neheqî li min kirin. Gef li min xwarin. Gef li min û xizmên min xwarin. Tîmên taybet bi situyên min Erdal û Rojhat girtin û Şirin jî 300-400 metre bi erdê re kaş kirin. Em anîn nêzî mala Erdal. Şîrîn ji ser hişê xwe çûbû. Di navbera koma leşker û koma din de niqaş hebûn. Komekê dixwest welatiyan qetil bikin. Beriya ku me li erebê zêde bikin, 5 kesên ku çonga min xistin erê, ez danîm pêş kameraya TSK'ê û xwest ez ji wan re bêjim daristanên li vir min şewitandine. Ji ber ku min qebûl nekir dîsa îşkence li min kirin. Leşker got em dê dîmenan qut bikin û xwest ez suç dînim ser xwe. Ez wekî zebeşan avêtim nava erebê û çêr li min kirin. Dema ez li erebê suyar kirim tîmekî taybet xwest dahsê di serê min de lêxe. Lê dahs di deriyê erebê de lê ket û dahs li serê min neket. Li ser vê yekê ajokarê maşînê bi lezgîn meşiya û ez ji nava destê wan welas bûm. Leşkeran ez ji nava destê tîmên taybet xelas kirim." 'ROLA POLÎSÊ BAŞ Û XERAB DILÎSTIN’ Gokhan da zanîn ku li Qereqola Licê jî îşkence dewam kiriye û polîsan hev tewanbar kiriye. Gokhan ev tişt got: “Me di wî halî de birin Qereqola Kayacikê. Ji wesayîtê peya nekirin. Carek derî vebû polîsek qelew nêzî min bû û berê çeka xwe da ser û zikê min. Lê leşkerên li gel min derî girtin û derbê astengkirin. Me carek din birin Qereqola Cendermeyan a Licê. Min nedît Erdal û Şîrîn bi ku ve birin. Leşkeran Rojhat Kocakaya bi êrîşkarî birin odeyek kamera lê nîne. Yek ji wan jin 10 leşker hatin hûndir. Bi pihînan li me xistin. Tenê leşkera jin li me neda. Ji nûşke ve polîsek tîmê taybet hat hûndir û qîr da herkesî. ‘Hûn çidikin. Ev hemû welatiyên sivîl ên gund in we çi kiriye.’ Dema wisa got leşkeran dev ji êrîşê berdan. Rola polîsê baş û xerab li wir pêkanîn û hev sûcdar kirin.” ‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ PAQIJ KIRIN’ Gokhan destnîşan kir ku leşkeran şopa îşkenceyê paqij kirin û wiha domand: “Li ser vê yekê gotin ‘Rûyê xwe bişon.’ Me dengê xwe nekir bi potîkan ser çavê me paqij kirin. Bi vî halî me 2-3 saetan rawestandin. Pişt re du ambulans hatin. Min, Rojhat û Erdal xistin ambulansekî û Şîrîn jî xistin ambulanseke din. Em ber bi Amedê ve derketin rê 2-3 caran me bi rê de rawestandin. Leşkeran di hûndirê ambulansê de jî li me heqaret kirin. Lê me derb nekirin. Piştî demek dirêj me birin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlerê. Me hildan beşa lezgîn. Xwîna serê min û parsûyê min şikandî rawestiya. Şîrîn car carna ji ser hişê xwe diçû lê ewqas rewşek wî ya giran tune bû.” 'ÎNFAZEK VEKIRÎ HEYE’ Gokhan aşkere kir ku hin leşkeran heta heqaret li Serokkomar jî dikir û gotinên xwe wiyha bi dawî kir: “Li Licê hemû gundî şahidin. Mirina mirovek sax ne tiştek asayî ne. Parêzer û malbatê hilnedan cihê otopsiyê. Înfazek vekirî heye. Ez jî bi zorê xelas bûm. Polîs û leşkerên vê yekê li ser me rewa dîtin yek bi yek dikarin teşhîs bikim. Ev kom kî ne? Li pişt van kî heye? Heta leşkerên ku heqaret li Serokkomar dikirin hebûn. Lê nikarim wan teşhîs bikim. Wan leşkerên li ser me vê wahşetê pêkanîn têlefonên wan hemûyan hebûn. Tiştên bi serê me ve pêkanîn yek bi yek qeyd dikirin. Dengê me nîşanî kesê me wan nas nedikir didan û jê kêf diştendin. Îşkenceya qeyd kiribûn û qala whatsapê dikirin. Heke ku li têlefonên leşkerên wê rojê lêkolîn bikin dê îşkenceya li me kirine û heqaretê li Erdogan kirine dê hemû derkevin holê.” Cîhan Başakçioglu - dihaber