Ji sedî 40’ê Reqqayê ket kontrola QSD’ê 2017-07-19 11:22:38 REQQA – Li Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 44’emîn dewam dike û li sê eniyên bajêr jî pêşveçûna QSD’ê didome. 2 kîlometre maye ku hêzên eniyên rohilat û rojava bihîjin hev. Ji sedî 40’ê bajêr ket kontrola QSD’ê. Operasyona “Cenga Mezin” a ku bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Reqqayê li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin di roja 44’emîn berdewam dike. Li eniya rojava ya bajêr taxa Yermuk hat rizgarkirin û hejmara taxên rizgarkirî gihîşt 7’an. 2 kîlometre maye ku hêzên li eniya rohilat û rojava bigîhîjin hev. ENIYA BAŞÛR Ji her cihekî hat rizgarkirin bi hezaran sivîl ji destên DAIŞ’ê rizgar bûn. Şervanan Pira El Cedîd xist bin kontrola xwe û di navbera eniya rojhilat û rojava de têkilî hat dayîn. Şervanan li ser vê xetê berî xwe dan taxa Nezlet Şihada ya li eniya başûr û şervan gihîştin vê taxê. Li vê taxê di navbera şervanên QSD’ê û DAIŞ’iyan de şerê dijwar diqewime. Şervan li eniya başûr rojavayê bajêr jî ketin taxa ewil û li vir derbê giran li DAIŞ’ê dide. Li bendê ye taxa Hîşam BÎn Ebdulmelek a li herema başûr rojhilatê bajêr jî bikeve bin kontrola QSD. ENIYA ROJHILAT Li eniya rojhilat jî pêşveçûn didome û şervan li taxa Reqqaya Berê derbê giran li DAIŞ’ê dide. Bircên dîrokî yên bajêr ji sedî 90’ê wan ketin bin kontrola QSD’ê. Li vir şer li derdora mizgefta El-Etîq gûr dibe. Şervanan ji du milan ve mizgeftê hildan bin dorpêçê û li bendê ye ku Keleha Harun Reşîd bê rizgarkirin. ENIYA ROJAVA Li eniya rojava jî li taxên Deriyê, El Berîd û Teyar şervanan nokteyên DAIŞ’ê kiriye hedefa xwe û mal bi mal operasyonê pêk tînin. Bi taybetî jî li vê heremê sivîlên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine veşartin tên rizgakirin. Li vê qadê gelek xetên DAIŞ’ê hatin şikandin û şervanên QSD’ê bi hezaran sivîlên li taxa Teyarê ji destê DAIŞ’ê bi rêya korîdaran rizgar kir. Şervan li ser rêya sivîlan mayînên hatine bicih kirin yek bi yek îmha dikin û rê vedikin. HINDIK MA KU DU ENÎ BIGÎHÎJIN HEV Operasyon bi hemû lez û biryardiriya xwe dewam dike û her kêliya derbas dibe eniyên rojava û rojhilat nêzî hev dibin. Dema şervan van her du eniyan bigîhînin hev dê beşek mezin a bajêr bikeve bin kontrola QSD’ê. Çavakaniyên QSD’ê diyar kirin ku heta îro ji sedî 40’ê bajêr ketiye bin kontrola wan. ÇEKÊN TIRKIYÊ TÊN DESTESERKIRIN Her devera rizgar dibe û operasyon bi ser ve tê kirin gelek cebilxaneyên DAIŞ’ê tên desteserkirin. Li taxên Teyar, Deriyê û Yermuk di çarçoveya operasyonên paqijkirinê de şervan dest danîn ser îmaletxaneyên maşîneyên bomba û mayînan. Di nav çekên desteserkirî de çekên aidî Tirkiye û NATO’yê jî hene. Nazim Daştan – dihaber