Peykerê Xanî yê gotin 'Bi şaşî xera bûye' mehek e avanekirin 2017-07-19 11:23:07 AGIRÎ - Qeyûmê Bazîdê ku piştî peykerê Ehmedê Xanî xera kir û li ser bertekên gel got "Bi şaşî xera bûye" mehek derbas bû, lê hêj peyker ava nekirine. Qeyûmê Bazîdê peykerê fîlozofê kurd Ehmedê Xanî yê li Bazîdê hatibû avakirin xera kir û li ser bertekên gel got "Bi şaşî xera bûye. Qeyûm Ulaş Akhan ê piştî bertekan got "Bi şaşî peyker xera bûye" 27 roj derbas bûn, lê hêj peykerê nû li şûna wî ava nekiriye. Qeyûm di 22'ê hezîranê de dema rê çê dikir xera kiribû. 27 roj derbas bûn, lê hêj Qeyûm "Şaşiya" xwe rast nekiriye. Rayedarê Miduriyeta Karên Civakî û Çandî, diyar kir ku qeymeqam têkildarî mijarê daxuyanî dabû û heta niha ji bo peyker ji nûve bê avakirin bi nivîskî û devkî tu agahî j wan re nehatiye şandin.