Cenazeyê zarokek xeniqî hat dîtin 2017-07-19 14:59:49 ÊLIH – Li Êlihê 2 zarok ketin Çemê Êlihê û fetisîn yek jê hat dîtin. Li Êlihê Ercan Erîpek (14) û Serkan Kurum (17) di 18'ê Tîrmehê de ketin Çemê Êlihê. Zarokên ketin çem di avê de xeniqîn. Cenazeyê her du zarokan jî winda bû. Yekîneyên rizgariyê dest bi xebatên lêgerîna cenazeyan kir. Cenazeyê Erîpek ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Lêgerîna ji bo dîtina cenazeyê Kurum jî didome.