Rewşa gundê Şemikê birin meclîsê 2017-07-19 15:21:48 MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê rewşa gundê Şemikê yê Şemrexê bir rojeva meclîsê û xwest lêkolîn bê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan têkildarî dagirkirina gundê Şemikê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê pirsname da wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî. Atalan ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn: * Agahiya we ji Etî Bakir A.Ş. a girêdayî Cengiz Holdingê heye ku dê gundiyan mexdûr bike? * Rayedarên şîrketa Eti Bakır A.Ş. diyar dike ku muxatabê wan dewlet e. Ev tê çi wateyê. Axa gundiyan bêyî gundiyan hatiye kirê kirin? * Ji bo rewşa heyî hûn tu lêkolînan didin destpêkirin? *Cengiz Holding, di serdema AKP'ê de ketiye çend îhaleyan? * 420 milyon tl deynê bacê yê Cengiz Holding yê 2010'an çawa hat betalkirin? *Di serdema AKP ê de çend raporen ÇED'ê hatine betalkirin. * Ji bo gundî mexdûr nebin û ji gundê xwe koçber nekin tu hewldana wezîr heye? *Ji bo nexşeya topu kadastro ya gundên Mêrdîn xebatek çawa heye. *Ji bo mexdûriyeta welatiyan bê derbaskirin xebatek çawa heye?