17 meh in girtîne, lê hêj doz nehatiye vekirin! 2017-07-20 09:10:32 MÊRDÎN – Li Dêrikê 33 kesên bi hinceta “tevlî xebatên çêkirina hendekan” bûne û di rojên cuda yên Sibata 2016’an de hatine girtin, sal û 5 meh in ku doza wan nehatiye vekirin. Li gor agahiyên ku parêzeran da, dozgerê Dêrikê 3 car dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandiye, lê her car serdozger ji ber nebûna delîlan dosye bi paş ve vegerandiye Dozgerê Komarê yê Dêrikê. Li navçeya Dêrik a Mêrdînê 33 kesên ku di rojên cuda yên Sibata 2016’an de bi hinceta ku “hendekên Dêrikê bi rêxistin kirine” bi tawanbariya “Parçekirina yekbûna dewletê û welat" û "Endamtiya rêxistina çekdar a terorî" hatibûn girtin. Di ser girtina 33 kesan de sal û 5 meh derbas bûye, lê belê hîn jî doza li wan nehatiye vekirin. Navê kesên ku sal û 5 meh e girtîne û doz li wan nehatiye vekirin ev in: Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Murat Ozuçalişir û Şukran Aksoy, Şukran Ozer, Suphî Söylemez, Sedoş Ozbahçeci, Nametullah Alas, Mulkiye Şîmşek, Murat Ozbahçeci, Ridvan Dîp, Metîn Caruş, Merve Ayebe, Tuba Dundar, Malîhe Kiran, Mehmet İhsan Denk, Mehmet Ejder Tur, Mehmet Ektiren, Mahsum Gunsel, Mahsum Temel, İbrahîm Poyraz, Hamdullah Dinler, Haci Atakli, Gurbet Ektiren, Firat Ozdemir, Dogan Ozbahçeci, Aydin Vural, Umit Mamu, Aladin Ecer, Aladin Daşçi, Ahmet Yapici, Abidin Dolek, Abdullah Atakli û Abdulkerim Erdem. DOSYE DI NAVBERA DOZGERIYAN DE DIÇE Û TÊ Li gor agahiyên parêzerên girtiyan dayîn, heta niha Dozgeriya Komarê ya Dêrikê 3 caran, agahî û îfadeyên wan ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandiye. Lê belê ji ber delîlên kêm Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî nikaribûye dozê veke û 2 caran dosye bi paş ve ji Dozgeriya Komarê ya Dêrikê re şandiye. Bêyî ku Dozgeriya Komarê ya Dêrikê diyar bike ka kî bi çi şêweyî tevlî kîjan bûyerê bûye, bi kî/ê re têkilî daniye, di kîjan dîrokê de tevlî xebatên hendekan bûye, dosyayê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re dişîne û serdozgerî jî tim daxwaza hûrguliyên bûyerê ji Dozgeriya Komarê ya Dêrikê dike. DOZGER DAXWAZA HEVDÎTINA PARÊZERAN RED DIKE Parêzerên dosyayê dan zanîn ku li ser dosyayê biryara nepeniyê heye û ji ber vê ew nizanin ka asta lêpirsînê çî ye. Dema parêzer dixwazin der barê lêpirsînê de bi dozgerê Dêrikê biaxivin, tim daxwaza red dike. Li gor agahiyên hatin dayîn herî dawî 2 hefte berê dosye careke din ji Mêrdînê re hatiye şandin, lê heta niha doz nehatiye vekirin.