Jinên Şemikayê: Em bimirin jî ji gundê xwe dernayên 2017-07-20 09:11:02 MÊRDÎN – Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Holdinga Cengîzê ji bo derxistina madenê dixwaze dest dane ser gundê Şemika. Jinên gund bertek nîşanî şirketê dan û wiha gotin: “Me ji bo vî gundî bi salan ked da, em dest ji ax, av û gundê xwe bernadin. Bila dev ji gundê me berdin û em ê heta dawî li ber xwe bidin.” Şirketa Etî Bakir a girêdayî Holdinga Cengîzê dixwaze li gundê Şemika yê girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê madenê derbixe û ji ber vê jî dest datîne ser mal û eraziyê gundiyan. Jinên gund bertek nîşanî vê biryarê dan û dan zanîn ku ew dev ji axa xwe bernadin û ew ê heta dawî li berxwe bidin. JI BO JI GUND DERKEVIN TU XIZMET NEBIRIN GUND Welatiya bi navê Selamiye Araç diyar kir ku ji bo ew dev ji gund berdin, dewletê ji bo wan tu xizmet nedikir û wiha got: “Em li vî gundî çêbûn û mezin bûn. Me li gel hemû pirsgirêkan jî dev ji gundê xwe berneda. Li vî gundî ne dibistan ne jî mala tenduristiyê heye. Ji bo em dev ji gund berdin tu xizmet nekirin, lê dîsa jî em ji gundê xwe derneketin.” ‘HEQ Û HIQUQ NÎN E’ Araç anî ziman ku ji bo vî gundî wan bi salan ked daye û kirine qada jiyanê û wiha axivî: “Me gundê xwe çand û şîn kir. Me wek zarokên xwe li gundê xwe niherî û axa me jî li me nihêrî. Niha jî dest datînin ser erdê me yê bi tapû. Ne heq ne jî hiquq heye. Emê herin ku, li ku bijîn?” ‘EM NIKARIN DEST JI PAŞEROJA XWE BERDIN’ Araç da zanîn ku bi salane li nav eraziyê gundê wan dînamîtan diteqînin û wiha domand: “Lê em ji malên xwe derneketin. Ji ber toz û axê bêhna me dernediket. Lê me dev ji gundê xwe berneda. Em dev ji gund, mal, ax û lawirên xwe bernadin. Ev axa me ye, ka kî dev ji keda xwe berdide, dev ji dîroka xwe berdide. Em dev ji paşeroja xwe bernadin. Em bimirin jî, em dernakevin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin.” Dayîka 4 zarokan Tercihan Fidan ku 14 sal e li gund dijî jî anî ziman ku ji bo vî gundî gel canê xwe daye û wiha axivî. “Car hebû gundiyan ji bo gund li hev dixist, dê çawa dev ji gund berdin. Ked şirîn e kes dev ji keda xwe bernade.” ‘BILA DEST JI GUNDÊ ME BERDIN’ Sultan Akkuş (50) ku li gund ji dayîk bûye dest nîşan kir ku bi salane şirketên madenê gundê wan texrîb dikin û wiha got: “Vir kirin cihê xiltan (kormişk) û hemu gund kun kun kirin. Bila devt ji gundê me berdin. Tapû di destê me de heye, lê dibêjin derbikevin. Ez bimirim jî ez dev ji ax, av û gundê xwe bernadim. Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”